Ferhenga kurdî-holendî

Ferhenga kurdî-holendî ((Koerdisch-Nederlands Woordenboek) ferhengek e ku tê de peyvên kurdî bi zimanê holendî hatine şirovekirin. Ferheng ji alî birayan Mahabad B. Qilorî û Nêçîrvan Qilorî ve li sala 2002ê hatiye amadekirin.

Bi giştî biguhêre

Ferhenga Kurdî-Holendî yek ji mezintirîn ferhengên kurmancî û zimanek ewropî ye ku ta niha hatine weşandin. Ferhenga 365-rûpelî ji alî birayan Mahabad B. Qilorî û Nêçîrvan Qilorî ve hatiye amadekirin û 2002yê di nav weşanên Bulaaq de li Amsterdamê derketiye. Ferheng bi çapek bedew û zelal e û bo bikaranînê pirr asan e. Ji bilî ferhenga yekalî ya kurdî-holendî, tê de nivîsarek dirêj ya rojhilatnasê navdar yê holendî Prof. dr. Martin van Bruinessen jî heye. Li gel nivîsara holendî wergera wê ya kurdî jî di pirtûkê de cî digire. Mijara nivîsarê ne tenê ev ferheng e lê Bruinessen bi kurtî dîroka ferhengên kurdî û zimanê kurdî bi giştî jî dide nasîn.

Bo asankirina bikaranîna ferhengê, danerên wê çend rûpel şîretên bikaranînê jî pêşkêş kirine.

Naverrok biguhêre

Di vê ferhengê de hema hemû peyvên pirr tên bikaranîn yên kurdiya kurmancî û gelek jî yên soranî û dimilî (zazakî) û bergind û wateyên wan yên holendî hene. Lê pirrî caran tenê wateya bingehîn ya peyvê hatiye dan û bikaranîna peyvê di rewşên taybet de bi berfireyî û bi nimûneyan nehatiye ravekirin.

Nirxandin biguhêre

Li ber wê rastiyê ku tevî ku bi sedan hezaran kurd li welatên Rojava dijîn lê hê jî ferhengek tekûz û bikêrhatî ya kurmancî û zimanek Rojavayî peyda nabe, ev ferheng biserketinek mezin e. Di ferhengê de gelek peyv ji hemû devokên kurmancî hene û her kurmanc dikare vê ferhengê bi asanî bi kar bîne.

Kêmasiya serekî ya ferhengê ne ferheng bi xwe ye lê ew e ku ferheng kurdî-holendî ye. Holendî ne zimanek mezin e ku gelek kurd têkildarî wî bin. Ne tenê kurdên "sade" lê zimannasên kurd jî dê bikarin mixabin tenê sûde û mifayek bisinor - eger qet - jê werbigirin. Eger ferheng kurdî-îngilîzî yan ta kurdî-fransî yan kurdî-elmanî jî ba, dê rewş têvel û cuda ba.

Çavkanî biguhêre

Husein Muhammed: Kovara Mehname, hejmar 40, 5/2003