Faysal Dağlı
Faysal Dağlı (jdb. 4ê kanûna paşîn 1966 li Farqînê) rojnamevan, derhêner û nivîskarekî kurd e.
Faysal Dağlı | |
---|---|
Jidayikbûn |
4 kanûna paşîn 1966 ![]() |
biguherîne - Wîkîdaneyê biguherîne![]() |
Dağlı di sala 1966an de li Amedê li navçeya Farqînê hate dinyayê. Di zanîngeha Dîcleyê, di beşa wêjeyê de xwendiye. Ji sala 1988an û vir ve rojnamevaniyê dike. Heta niha sê ji wan bi tirkî, heft pirtûken wi hatine weşandin. Dağlı di navbera salên 1996 û 2007an de di TV'yên kurdî de ji 2 sedî zêdetir belgefîlmên dirokî amade kiriye. Ew niha li Almanyayê dijî. Faysal Dağlı heta hezirana 2010an edîtorê giştî yê rojnama siyasî-mehane Le Monde diplomatique çapa kurdî bû.
PirtûkBiguherîne
- 1994 Birakujî(pirtûk)
- 1996 Ateşten Portreler
- 2001 Nameya Dîjle
- 2002 Şerê Navxweyî Kurd
- 2002 Uzak Yazılar
- 2003 Welatê Me
- 2005 Bircên Bêdengiyê
FîlmnîgarîBiguherîne
Dokumanterên dîrokîBiguherîne
- 3 Nifşên Serhilder: Malbata Bedirxaniyan
- Li Cîhanê Kurdoloji
- Li Pey Rêça Pêxemberê Wendayî: Zerdeşt
- Vejîna Dûyem li Kurdistanê /Tofana Nûh
- Mîre Dîrokê/Gilgameş
- Di Çavkaniyên Pîroz de Kurd û Kurdistan
- Bapîrê Pêxemberan /Abrahamê Kurdistanî
- Anabasîs / Vegera Dehhezan Ji Kurdistanê
- Aleksander (Îskenderê Mezin) Li Kurdistanê
- Li Kurdistanê Generalekî Alman /Moltke
- Şaristaniya Wendayî/Med
- Qahramanekî Bê Nasname / Selahadîné Eyûbî
- Bi Evîn Mem, Bi Zîn Veqetîn / Ahmede Xanî
- Bendên Pêşîn yên Dîrokê /Şerefname
- Bavê Dîrokê û Sêviyên Dîrokê / Heredot-Historîka û Kurd
- Avesta
- Rêvîngiya Berbi Kurdistanê Ve / Romana Karl May
- Rojnama Kurdistan
Dokumanterên serhildanên kurdanBiguherîne
- Serhildana Şêx Mahmûde Berzencî
- Serhildana Simko yê Şikak
- Peymana Lozanê
- Serhildana Şeyh Saîd
- Xoybûn û Serhildana Araradê
- Serhildana Koçgîrî
- Berxwedana Dersimê
- Komara (Mahabad) Kurdistanê
- Serhildana Barzanî
Bernameya "Welatê Me"Biguherîne
65 Dokumanterên Bajarên Kurdistanê
GirêdanBiguherîne
Ev gotar şitlekê girêdayî li ser nivîskar an helbestvanekî/ê ye. Ji bo guherandina naveroka gotarê, tu dikarî beşdarî Wîkîpediyayê bibe. |