Fatma Kurtulan
Fatma Kurtulan (jdb. 1964, Gurgum, Bakurê Kurdistanê) siyasetmedarekî kurd e û endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ye.
Endama Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê Mersin (en) | |
---|---|
dp. | |
Endama Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê Van (en) | |
dp. |
Jidayikbûn | |
---|---|
Hevwelatî | |
Pîşe | |
Partiya siyasî |
Jînenîgarî
biguhêreKurtulan piştî ku lîseya Bazarcixê qedandiye li Edeneyê di projeyên civakî de xebitiye. Fatma Kurtulan seroka berê ya şaxa jinan a Partiya Demokrasiya Gel (HADEP) bû[1] ku di tîrmeha sala 2007an de Kurtulan di hilbijartinên parlementoya Tirkiyeyê de wek berendamek serbixwe beşdarî hilbijartinan bûye û derbasî parlamentoya Tirkiyeyê (Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê) bû. Piştre tevlî Partiya Civaka Demokratîk (DTP) bû.
Piştî ku ew ligel du siyasetmedarên din ên DTPê serdana Qendîlê dikin ku heşt leşkerên tirk ên di destê hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de serbest bên berdan, di 9ê çiriya paşîn 2007an de, serdozgerê giştî yê tirk lêpirsînek li hemberê wê daye destpêkirin.[2] Dozger daxwaz kir ku parlamentoya Tirkiyeyê parêzbendiya parlamenteriyê ya her sê parlamenteran rake.
Di heman mehê de wê qebûl kir ku bi endamekî PKKê re zewicî ye û anî ziman ku hevjînê wê Samlan Kurtulan, ku medyayê ragihand ku li kampeke gerîlayên PKKê li Başûrê Kurdistanê ye ku ev 13 sal in ji hev dûr in û ew tenê li ser kaxezê zewicî maye.[3][4]
Di gulan sala 2009an de wê banga vekolînek li ser tundiya polîsên tirkî a li dijî zarokan kiriye.[5]
Di Çileya 2012an de di çarçoveya dozên Koma Civakên Kurdistanê de hatiye girtin û piştre di nîsana sala 2012an de 10 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.[6] Di Hilbijartina parlamenteriyê ya 2018an de namzeta HDPê bû û wekî parlamentera Mêrsînê hatibû hilbijartin.[7]
Çavkanî
biguhêre- ^ "Meet Our Women Parliamentarians". Bianet. 13 kanûna paşîn 2007. Roja gihiştinê 14 tebax 2009.
- ^ Taylor, Gordon (10 gulan 2007). "Alice in Turkeyland". Progressive historians. Roja gihiştinê 14 tebax 2009.
- ^ "Kurdish MP admits husband with PKK". Institut Kurde de Paris. 9 çiriya paşîn 2007. Ji orîjînalê di 27 îlon 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 tebax 2009.
- ^ "DTP stives to contain 'terrorist husband' crisis". Today's Zaman. 9 çiriya paşîn 2007. Ji orîjînalê di 7 sibat 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 tebax 2009.
- ^ "Kurdish MP brings police violence to Parliament". Bianet. 10 gulan 2009. Roja gihiştinê 14 tebax 2009.
- ^ "Former deputy Kurtulan sentenced to 10 months in prison". ANF News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 3 sibat 2019.
- ^ Şafak, Yeni (2 nîsan 2019). "Mersin Erdemli Genel Seçim Sonuçları | Genel Seçim 2018 Mersin Erdemli". Yeni Şafak (bi tirkî). Roja gihiştinê 3 sibat 2019.