Fatih Altaylı

rojnamevanê tirk

Fatih Altaylı (bixwîne: Fatîh Altayli) (jdb. 1963 li parêzgeha Wanê) rojnamevan, moderator û nivîskarekî tirk e. Di Habertürkê de birêveberî û pêşkêşvaniya bernameya Teke Tekê dike. Xwedî nêrînên neteweperwer e.

Fatih Altaylı
Jidayikbûn20 îlon 1962 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Wan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Dibistana Amadeyî ya Galatasarayê
  • Zanîngeha Bosforê
  • Fakûlteya Ragihandinê ya Zanîngeha Stembolê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
  • Rojnamevan li ser wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Hande Altaylı Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperfatihaltayli.com.tr/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Dibistana amadeyî ya Galatasarayê bidawî kiriye. Di rojnameya Cumhuriyetê de wekî nûçegihanê werzîşê dest bi rojnamevaniyê kiriye. Sala 1993yê bingeha radyoya Best FMê avêtiye. Sala 1995ê derbasê Show TV û Show Radyoyê bûye, li wir bi qasî salekê xebitiye. Di heman salê de bêjeriya nûçeyan û bernameya Teke Tekê jî daye destpêkirin. Sala 1996ê derbasê koma medyayê ya Doğanê bûye, di Hürriyet, Radyo Dyê de gerînendetiya giştî ya weşanê kiriye.

Altayli di meseleya kurd de, dijberekî tund e. Ev jî bûye sedem ku di warê medya û çapemeniyê de bipêşbikeve, meqamên bilind de kar bike. Di salên 1990î de li bakurê Kurdistanê şerekî dijwar hebû û bi hezaran kurdên sîvîl dihatin kujtin û windakirin. Wê demê Altayli giraniya xebata xwe dabû şerê psîkolojîk ê li dijî kurdan dihat meşandin. Wî herwiha di lijneya birêveberiya yaneya werzîşê Galatasarayê jî kiriye. Marî bûye (zewiciye) û xwedî 2 zarokan e.

Rojnameyên lê xebitiye biguhêre

Girêdanên derve biguhêre