Ebdurihman Xelî Murşid bi Evdoyê Murşid tê naskirin, siyasetmedarê kurd e ku di 28ê nîsana 1966an de li gundê Miskê Jêrîn ya navçeya Cindirêsê ya bi ser herêma Efrînê ve ye, di hembîza malbateke welatperwer de hatî dinê û çavên xwe ji jiyanê re vekiriye.

Evdoyê Murşid
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Bûye bi xandekar biguhêre

Dibistana seretayî li gundê Miskê ya Jorîn û ya navendî û amadeyî li Cindirêsê bi dawî kiriye. Li zanîngeha Amerîkî ya Lubnanê, kolîja Yasa û Mafperwerî xwendî ye, lê ji ber helûmercên şerê navxweyî ya Lunbanê bi dawî nekirî ye.

Bûye bi mamoste biguhêre

Li gundên Cindirêsê wek mamoste xwendekar bi xwendin da ye û di nava kar û xebatên siyasî û tevgera rizgariya neteweyî kurdî de, ji sala 1983an ve û heya îro dirêjahî bi xebata xwe dide.

Bû bi endamê encûmena parêzgeha Helebê biguhêre

Di naverasta salên niwedî de, di hilbijartinên Sûriye ên encûmena parêzgehan de, bi serdikeve û dibe bi endamê encûmena parêzgeha Helebê.

Cindirêsê: Çalakiyên Peymangeha taybet berdewam e biguhêre

Ahenga vekirina Peymangeha Cindirêsê ya Fêrbûna Xolên Taybet. Li bajarê Cindirêsê ya ser bi herêma Efrînê, ji bo pêşxistin û bilindkirina asta xwendin û zanîna xwendekarêpn qonaxa pola amadeyî û bekeloriya, peymangeheke taybet ji aliyê komek ji mamosteyên navçeya Cindirêsê ve hat vekirin.

Di wê barê de, rêveberê Peymangeha Cindirêsê ya Fêrbûna Taybet mamoste Ebdurihman Murşid ji kenalên ragihandinê re ragihand ku armanca wan ji damezrandina peymangeha Cindirêsê ya Fêrbûna Xolên Taybet ew e ku asta xwendin û zanînê li ba xwendekarên qonaxa amadeyî û yên bekeloriyeyê bête pêşxistin û bilind bikin tako bikaribin li gorî qonaxa niha ya hestyar bibin bersiv.

Murşid aşkire kir ku ew destpêşxerî ji aliyê komeke ji Yekîtiya Mamosteyên navçeya Cindirêsê ve hatiye pêşxistin û di encamê de, wan bi awayekî hevkariya komî, dikarîn di roja yekşemê 24-11-2013`an de, Peymangeha Cindirêsê ya Fêrbûna Xolên Taybet damezrînin û bi fermî bidin ragihandin.

Peymangeh bi fermî karên xwe dike biguhêre

Di derbarê mulet û fermiyeta wê ji aliyên peywendîdar yên herêma Efrînê, Ebdurihman Murşid dazanîn ku wan ji destpêka projeya xwe ve, bi fermî daxwaznameya xwe arasteya rêvebertiya asayîşa Cindirês û ya Efrînê kirin û pişt re jî, rê ji wan re hat dayîn tako dest bi kar û xebatên xwe yên xizmetkirina xwendekaran kirin.

Murşid di barê pêşwazîkirina xwendekaran ji Peymangehê re, aşkire kir ku di asteke bilind de, pêngava damezrandina peymangehê, ji aliyê xwendekaran ve hat pêşwazîkirin û êdî bi fermî me dest bi perwerde û taqîkirina xwendekaran kiriye û em ê herdem di xizmeta wan de bin û em vê bi erkên xwe dizanin.

Hêjayî gotinê ye ku navçeya Cindirêsê bêhtir ji 75 gundên wê hene û hejmara nav bajaêr derdora 45 hezar kes heye û bi paytexta Çiyayê Kurmênc tê naskirin ku di barê keştûkalê de gelek dewlemend e û navenda behemanîna darên zêtûn û henar û keskayiyê ye. Her weha stana wê dikeve sînorê Rîhaniyê û Atmayê ku girîngtirîn cihên Sûriyê û Bakurê Kurdistanê ne.

Bû bi serokê Hevpeymana Nîştimanî ya Demokrata Sûrî şaxa Cindirêsê jî ve kir biguhêre

Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratî Sûrî şaxa Cindirêsê jî ve kir. Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratîka Sûrî, bi awayekî fermî, şaxa xwe ya Cindirêsê ya girêdayî Herêma Efrînê li Rojavayê Kurdistanê jî ve kir û mamoste Ebdurihma Xelîl Murşid (Evdoyê Murşid)jî bi fermç wek serokê wê şaxê hat destnîşan kirin.

Di roja pêncşemê 25ê tebaxa 2016an li bajarê Cindirêsê ya ser bi kantona Efrînê, baregeha fermî ya Hevpeymana Nîştimanî a Dîmokratîka Sûrî hat vekirin.

Bi beşdarbûna Kordînesyona Giştî yê Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratîka Sûrî parêzer Eladîn Xalid Kalo û serokê çaxa Cindirêsê ya Hevpeymana Nîştimanî Ebdurihman Xelîl Murşid û berpirsên komîteyên wê çaxê li Cindirêsê, bi awayekî fermî û serkevtî, baregeha navendî ya Hevpeymana nNîştimanî ya navçeya Cindirês hat vekirin û pîroz kirin.

Proseya hevjînî biguhêre

Di sala 1994an de, proseya hevjînî li gel dotmama xwe Ayrîn Erif Mihemed Murşid pêkanî, çar keçkên xwe hene; Ronahî, Jîndar, Narîn û Viyan.

  • Ronahî heya pekeloriya xwendî ye û tevlî rêzên asayîşa Efrînê bibû.

Di dema erkên xwe de, jineke terorîst xwe bi xala bazgeha wan de teqand û ew li gel hevaleke xwe bi giranî birîndar dibin.

Her weha li gorî agahiyên ANHA`yê ku ew 6 kesên ku mirine tev xelkê Misrê bûne û yek ji wan jî firokvanekî kevin yê Misrê bûye û hatine tevlî rêxistina Cebhutil Nusreyê û DAIŞ`ê bûne.

Di encama wê teqînê de, 6 kesên terorîst hatine kuştin û 2 endamên asayîşê jî hatine birîndar kirin ku yeke ji wan berpirse bi navê Ronahî Ebdurihman Murşid e ku li nexweşxaneya Evrîn li Efrînê hatine derman kirin.

  • Jîndar xwendekarê zanîngeha Efrînê ye û wek peyamnêra ajansa Diwarojê li Herêma Efrînê dixebite.
  • Narîn xwendekara amadeyî ye.
  • Viyan xwendekara amadeyî ye.

Çavkanî biguhêre