Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratî Sûrî

Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratî Sûrî (HNDS) di sala 2014an de li Efrînê hatiye damezrandin. Endamên Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratî Sûrî ji hemû pêkhatên Sûriye ne.

Wêne:Ji9.jpg

Serokên HNDS biguhêre

  • Serokê destpêkê: Cemal Elo, ji Ehrezê ye
  • Serokê duyem: parêzer Eladîn Xalid Kalo, ji Til Hasilê-Til Eranê ye
  • Serokê sêyemî jî: Ehmed Hiso, bavê wî ji Til Hasilê û dayîka wî ji Efrînê ye.

Şaxên HNDS biguhêre

Bi awayekî fermî, baregeha xwe ya sereke li navenda bajarê Efrînê ya girêdayî Herêma Efrînê li Rojavayê Kurdistanê vekir û piştre jî şaxa xwe ya Cindirêsê jî ve kir û mamoste Ebdurihma Xelîl Murşid (Evdoyê Murşid) jî bi fermç wek serokê wê şaxê hat destnîşan û dest bi kar kirin.

Di roja pêncşemê 25ê tebaxa 2016an li bajarê Cindirêsê ya ser bi kantona Efrînê, baregeha fermî ya Hevpeymana Nîştimanî a Dîmokratîka Sûrî hat vekirin.

Bi beşdarbûna Kordînesyona Giştî yê Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratîka Sûrî parêzer Eladîn Xalid Kalo û serokê çaxa Cindirêsê ya Hevpeymana Nîştimanî Ebdurihman Xelîl Murşid û berpirsên komîteyên wê çaxê li Cindirêsê, bi awayekî fermî û serkevtî, baregeha navendî ya Hevpeymana nNîştimanî ya navçeya Cindirês hat vekirin û pîroz kirin.

Her li Munbicê jî bi serokatiya Îbrahîm Qaftan ku niha serokê Partiya Pêşeroja Sûriyê ye şaxa Munbicê ya HNDS hat vekirin.

Her weha di sala 2016an de jî baregeha şaxa Şehbayê Mehmûd Bavê Şiyar hat vekirin û yê şaxê Helebê jî li Şêxmeqsûdê bi serokatiya Mihemed Hemê hat vekirin.

Li piştî rizgarkirina Tebqayê baregeha HNDS li Tebqayê jî hat vekirin. Her weha serokê şaxê HNDS li Herêma Kurdistanê rojnamevan Hozan Efrînî ye. Serokê şaxê Ewropayê jî Elî Betal Beran Hec Xelîlî ye. Ferhad Mayêr wek nûnerê HNDS di Meclîsa Sûriye ya Demokratîk de dixebite. HNDS bi çalak serpereştiya karûbarên kurdên wê deverê û Efrînê dike.

Çavkanî biguhêre