Gundê Miskê, gundekî ser bi bajaroka Cindirêsê li hemberî Çiyayê Lêlûn ya kantona Efrînê (Çiyayê Kurmênc‎) li Rojavayê Kurdistanê ye.

Civîneke xelkê Miskê

Gundê Miskê, bi xwe du gund in, ya Jorîn û ya Jêrîn heye. Lê niha herdu gund gihîştine hevdu, ji ber berferehbûn û mezinbûna hejmara xelkêln wê gûndî. Miskê cihê wê li bakurê bajaroka Cindirêsê bi qasî 6 km re, û ber kaşe, derdora wê hemû bax û darên zeytûnê ne.

Her weha gundê Çeqelê Cûmê li rojhilat e û Xelta jî li bakur-rojhil e û Kora jî li rojavayê wê ye û Gorda û Çobana jî li roja-bakurê wê ne û Sindiyankê jî li başûrê wê ye û Qîlê û Bircikê jî li başûr-rojhilatê wê ne.

Ew herdu gund ji sê malbatên sereke pêkhatiye ku malbata Hesenê Hisoyê Gulkê û malbata Mehmedê Murşid (Hec Qedûr) û malbata Hiskê û Reşkê. Her weha hinek malbatên dî jî li wan herdu gundan nîştecîh bûne wek Mala Mistî û mala Abas û Mangawî û Edê ku bi regez ereb in. Ew herdu gund, karên keştûkaliyê dikin û di serî de, zeytûn û henaran û her weha karên bazirganî jî dikin.

Her weha Zimanê ku zêde tê axiftin zimanê kurdî zaravayê kurmancî ye.

Miskê Jêrîn ji van malbatên sereke pêk tê biguhêre

Çavkanî biguhêre