Erdheja Bazîdê 2004
Erdheja Bazîdê 2004, erdheja di 2'ê tîrmehê 2004, katjimêr 01:30'yê de li Bazîd a girêdayî parêzgeha Agirîyê rûdaye ye. Hêza wê 5,1 an 5,2 richter bûye. Navenda erdhejê axa gundê Dûmo û Arzabê bûye. Li gundê Çalqana Zetoyê û gelek gundan jî ziyan çêdibe.
Erdheja Bazîdê 2004 | |
---|---|
39°42′Bk 44°00′Rh / 39.7°Bk 44°Rh | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Di erdhejê de 17 kesan jiyana xwe jidest dane, 32 jî birîndar bûne. 1000 avahiyan ziyan dîtine. Erdhej li parêzgehên Kurdistanê yên din jî hatiye pêhesîn. Erdhej 5 – 27 km di kûrahiyê de pêk hatiye.
Ji ber ku wê demê niştecihên herêmê pirranî li derve bûne, ziyan kêm bûye. Yewnanistan û Fransa alîkariyê didin.
Alîkariyê dîsa kurd dikin biguhêre
Alîkariya dewletê pirr dereng tê û têra mexdûran nake. Kurd dikevin seferberiya alîkariyê. Bi taybetî xelkê Erzîrom, Îdir, Qers û Wanê pirr alîkarî dikin. Di heman demê de yekîneyên leşkerî yên romê (tirk) bi armanca alîkariyê dora gundan digirin. Ev yeka han alîkariyê dijwartir dike.
Li ser daxwaz û nerazîbûnan, xaça sor a dewletê 43 çardark, parêzgariya Erzîrom jî 510 nivînoyan didin. Du pêjgehên rojgerk (seyar) tên avakirin. Îcar jî dewlet kevçî û çatelan nade xelkê û nahêle kurdên xêrxwaz jî bidinê. Xelk bi dest-lepan xwarinê dixwin.
Gel perîşan dikeve. Zivistanê di mercên awarte de, bi sedan kes nexweş dikevin. Alîkariyên diravî, dîsa bo mexdûran nayên terxankirin.