Epentez
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (çiriya pêşîn 2024) |
Epentez (bi inglîzî ”epenthesis”, ji yûnanî ἐπένθεσις, epénthesis), di zimannasiyê de diyardeyek e ku peyda dibe dema peyv bi tîpekê yan çend tîpan dirêj dibin[1].
Epentez di peyvên kurdî de
biguhêreEv diyarde di zimanê kurdî de jî heye:
- firset > firsend (ji erebî furse[t])
- tac > tanc
- çok > çong
- daxwaz > darxwaz
- amanc armanc (ji tirkî ”amaç”)
- ”mindal (ji erebî menal)
- şar +-dar > şaredar
- hat+bû > hatibû (bide ber: çû+bû > çûbû)
Di kurdî de bi piranî dengê ”i” wek herfa duyem ya destpêka gelek peyvan hatiye zêdekirin li cihê ku di gelek zimanên din yên hind û ewropî de ew ”i” nîne:
- kurmancî: ”bira”, rûsî ”brat”, inglîzî ”brother”
Herwiha di kurmancî de mirov dibêje ”kevn e” wek ku ew peyveka dukîteyî ”kev-ne” be. Lê gava ku em ”e” ji dawiya wê biavêjin, hingê ”kevn” dibe ”kevin” û wek peyveka dukîteyî ”ke-vin” tê gotin. Peyvên wisa pir in: ”germ/gerim, nerm/nerim, şerm/şerim, nizm/nizim…
Çavkanî
biguhêre- ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 5 adar 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 4 hezîran 2014
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk)