Epîdermîs
Epîdermîs an jî rûçerm, çîna li jorê çerm (pêst) e. Rûyê derve yê çerm ji aliyê epîdermîs ve dapoşkirî ye.
Epîdermîs ji rûkeşexaneyên firerêzî pêk tê. Ango gellek qatên xaneyên rûkeş li ser hev rêz dibin, bi vî awayê çîna epîdermîs peyda dibe. Di nav çîna epîdermîsê de lûleyên xwînê tune, xaneyên epîdermîsê xurek û madeyên pewîst ji mûlûleyên çîna dermîsê (çerm) digirin[1]. Stûriya epîdermîsê di çermê binê pî û çermê kefa dest de herî zêde ye, epîdermîsa vana wekî çermê stûr tê navkirin[2]. Epîdermîs ji bo hokarên nexweşiyê berbestek sirûştî ye. Rê li ber bakterî, vîrus û hemû hokarên nexweşiyê digire, nahêle bikevîn nav laşê mirov[3]. Herwisa epîdermîs ava laş jî diparêze, nahêle laşê mirov zuha bibe.
Qatên epîdermîsê
biguhêreÇîna epîdermîs ji 5 qatan pêk tê. Navê van qatan bi latînî wiha ye;
1. Stratum corneum (Qata hişk)
2. Stratum lucidum (Qata zelal)
3. Stratum granulosum (Qata danikî)
4. Stratum spinosum (Qata striyokî)
5. Stratum germinativum/ Stratum basale (Qata binçîne)
Qata hişk (Stratum corneum)
biguhêreQata herî jor a epîdermîsê ye. Ji xaneyên pehnkirî yên mirî pêk tê. Di nav sîtoplazmaya xaneyan de keratîn heye. Keratîn proteînek rîşalî (rîsî) ye[4]. Proteînên keratînê req in û rê nadin avê. Qata hişk beş bi beş diweşe. Xaneyên ji qata zelal dewsa xaneyên weşiyayî digirin.
Qata zelal (Stratum lucidum)
biguhêreEv qat ji rêzên rûkeşexaneyên pehn pêk tê. Navikên piraniya xaneyên vê çînê riziyayî ne, hinek xane jî bê navik in. Rêza xaneyên bênavik di bin mîkroskobê de wekî çînek zelal (ron) xuya dibin. Qata zelal di nav epîdermîsa çermê stûr de heye, çermê tenik yê wekî çermê rû, palikên çav, lev hvd qata zelal lixwe nagirin[2].
Qata danikî (Stratum granulosum)
biguhêreÇînek tenik a epîdermîsê ye. Ji 2 heta 5 rêzên xaneyên pehn pêk tê[5]. Di nav sîtpolazmaya xaneyên qata danîkî de bi navê keretohaylîn (keratohyalin) danikên proteîn heye[6]. Keretohylîn pêşkerê keratîn e.
Qata striyokî (Stratum spinosum)
biguhêreJi sîtoplazmaya xaneyên vê çînê, niçikên mîna dirriyên darê ji parzûna xaneyê ber bi derve dirêj dibin. Ev pêkhateyên striyokî xaneyên qata striyokê bi hev re girê dide[5].
Qata binçîne (Stratum basale / Stratum germinativum)
biguhêreÇînek stûr e. Rûyê vê çînê ji rêzên xaneyên firegoşeyî pêk tê. Li aliyê jêrê çînê rûkeşexaneyên şeşpaluyî (bi îngilîzî: cuboidal) an jî yên stûnî (bi îngilîzî: columnar) cih digirin. Ji xaneyên vê derê, bi dabeşbûna mîtozî, xaneyan nû tên çêkirin. Xaneyên nû ber bi qata hişk cih diguherin. Xaneyên ko bi dabeşbûnê xaneyên nû çêdikin, wekî xaneyên bineratî (bi îngilîzî: stem cells) tên navkirin. Di qata binçîneyê de xaneyên keratînê (keratinocytes), xaneyên bineratî ne[5]. Di nav xaneyên keratînê de hinek ji xaneyên melanînê (melanocytes) heye. Xaneyên melanînê pîgmenta (boyax) melanînê berhem dikin. Rengê pêstê mirov li gor rêjeya melanîna nav xaneyên epîdermîsê diyar dibe[7]. Hin beşên qata binçîneyê ber bi nav çîna dermîsê dirêj dibin, bi vî awayê çîna epîdermîsê bi çîna dermîsê ve girê didin. Herwisa ji çîna dermîsê xurek û madeyên pêwîst dabîn dikin ji bo xaneyên epîdermîsê.
Çavkanî
biguhêre- ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
- ^ a b Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
- ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
- ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
- ^ a b c Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
- ^ ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, The epidermis [1]
- ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.