Enstîtuya Kurdî ya Washingtonê

Enstîtuya Kurdî ya Washingtonê rêxistineke perwerdehî û lêkolînê ye ku li ser Kurdan radiweste. Ew li Washington DC di Îlona 1996an de ji hêla Doktor Necmeddîn Kerîm ve hate damezrandin, mebestên wê bilindkirina hişmendiya pirsgirêkên kurdî, pêşvebirina mafên mirovan li deverên kurdî û piştgirîkirina pêşkeftina civaka sivîl di nav Kurdan de ye. [1]

Enstîtuya Kurdî ya Washingtonê


Her weha komîteyek wê ya şêwirmendiyê heye ku ji kurdnasên navdar ên wekî Martin van Bruinessen, Ebbas Vali, Emîr Hesenpûr û Michael L. Chyet pêk tê. Enstîtu ji bo her du zaravayên Soranî  û Kurmancî kursên zimanê Kurdî di astên destpêkî û pêşketî de pêşkêş dike.

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre