Eniya tirkmen ya Iraqê

rêxistinekî Iraqê

Eniya Tirkmen ya Iraqê (bi tirkî: Irak Türkmen Cephesi) li çiriya pêşîn a 1997ê li Hewlêrê hatiye avakirin. Ev rêxistina tirkmenan bi çend partiyên tirkmen wek sîwan hatiye avakirin. Di nîsana 1995ê de bi rêya hikûmeta Tirkiyê li Enqere ji bo tirkmenan komcivîn hatin kirin. Di wan komcivînan hatiye biryardan ku tirkmen li Başûrê Kurdistanê û Îraqê mafên xwe biparêzin divê ev rêxistinên were avakirin[1]. Hêjayî gotinê ye ku piştî Operasyona Aramî Temînkirin li Iraqê hatiye kirin, li bakurê Îraqê herêmek xweser ya kurdan ava bû. Ev herêm ji bo dewleta tirk acizî peyda kir. Ji ber vê sedemê jî tirkan dixwastin li başûrê Kurdistanê hegemonyaya xwe ava bikin. Vê paradîgmayê tesîr li ser polîtîkaya tirkan ya Iraqê kir û di dawiyê de ku tirk bikeve nav siyaseta başûrê Kurdistanê, alîkariya Tirkmenan kir û dixwast wan rêvebirên polîtîkaya xwe li wir bicîh bike. Komkujiya Tirkmenên Îraqê

Eniya Tirkmen ya Îraqê
bi tirkî: Irak Türkmen Cephesi
bi erebî: الجبهة التركمانية العراقية‎
el-Cebhe el-Turkmeniye el-Îraqiye
KurteETÎ
RêvebirErşad Salîhî
SekreterHasan Turan
AxaftvanAli Sadık Mehdi
Damezrandin24ê nîsanê 1995(1995-04-24)
SergehKerkûk
ÎdeolojîDeverparêzî, Daxwazên Tirkiyeyê
RengŞîn
Hejmara wekîlên di Meclîsa Iraqê de
3 / 328
Alaya partiyê
Malper
www.kerkuk.net

Serokê vê rêxistinê Erşad Salîhî ye.

Gorî daxûyaniyên dûgela Tirk armancên vê eniyê ev in biguhêre

  • Têkoşîn ji bo mafên Tirkomanan li
  • Têkoşîn bo Iraqeke yekgirtî, plûral û demokratîk
  • Têkoşîn bo wekheviya hemî netewe û berên Iraqê
  • Têkoşîn bo sazkirina sazûmaniyê gorî bingehên wekheviyê

Gorî pisporên polîtîk ên herêmê biguhêre

  • Qelsxistin an tunekirina sazûmanî û destkeftiyên Kurdan li Iraqê
  • Dijderketina sazûmaniya federal, parastina sazûmaniya Baasî
  • Jêdûrxistina Tirkomanan ji Kurdan, Şî û Îranê û gîrêdana wan bi Tirkiyê ve
  • Têkoşîn bi berjewendiyên DYA, YE û Kurdan re
  • Bêîstîqrarkirina Kerkûk û Mûsilê û revandina Kurdan ji van bajaran
  • Têkoşîn bo herêmeke Tirkomanan a bi Tirkiyê ve girêdayî

Dîsa gelek îdîa hatine kirin ku ITC bi rêxistinên wekî Al Qaîda, Hizb-ut Tahrir hwd re di têkiliyan de ye û ji Tirkiye û hin welatên Ereban gelek alîkariyan distîne.

Arma ITCê wekî ya desthilatdariya Tirkan li Bakurê Kîpros hatiye çêkirin û dişibe ala Tirkiyê. Gorî pisporan armanca Komara Tirkiyê sazûmaniyeke wekî ya Bakurê Kîprosê avakirin e.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Türk Ordusunun Kuzey Irak Operasyonları-Ümit Özdağ