Elvis Aaron Presley, (jdb. 8ê rêbendanê 1935an li Tupelo, Mîsîsîpî - m. 16ê tebaxê 1977an li Memfîs, Tennessee) ku pir caran jê re Elvis tê gotin, stranbêj, muzîkvan û lîstikvanek amerîkî bû.

Elvis Presley
Jidayikbûn
Elvis Aaron Presley Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

8 kanûna paşîn 1935 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Tupelo Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin8ê kanûna paşîn a 1935an (-43 salî)
Memphis Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêMirina masûlkeyên dil li ser wîkîdaneyê biguhêre(Sedemên sirûştî)
Cihê goristanêGraceland Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîDewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Humes Preparatory Academy Middle School (–1953) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Hevjîn
Partner
  • Ginger Alden (1976–1977)
  • Anita Wood (1957–1962) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Lisa Marie Presley Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Vernon Elvis Presley Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Gladys Presley Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xizm
  • Brandon Presley (second cousin) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • xelata Grammy Lifetime Achievement (1971)
  • Gospel Music Hall of Fame
  • Rock and Roll Hall of Fame (1986)
  • honorary citizen of Budapest (2011)
  • star on Hollywood Walk of Fame Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malper
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ew yek ji nûnerên herî girîng ên çanda rock û popê ya sedsala 20an tê hesibandin. Ji ber serkeftin û karîzmaya xwe, ew wekî "Keyê Rock 'n' Roll" an jî bi tenê "Key" tê zanîn. Elvis Presley li çaraliyê cîhanê hunermendê solo yê herî serfiraz tê hesibandin û heta îro bi nêzikî zêdetirî mîlyar tomar hatine firotin.[1]

Elvis di malbateke darayî ya xizan de jidayik bû û di sala 1954an de wekî yek ji muzîkvanên yekem ên tevgera rockabilly dest bi kariyera xwe kir, ya ku fuzyonek muzîka country ya "spî" û rhythm and blues a "reş" e. Wî bi dansa xwe ya zindî bû sedema hestan, ji ber ku di wê demê de piraniya muzûkvanên nêr li ser dikê dans nedikirin. Nîşaneyên Presley dengê wî yê cihêreng, hema hema sê-oktave û şêwaza wî ya stranbêjî ya nûjen û bi hestyarî bû. Bi vê yekê ew di celebên cûrbecûr yên wekî rock, pop, country, gospel û blues de serketî bû.

Heta sala 1978an Presley 14 caran ji bo Xelatên Grammy bû namzed û sê caran ji bo şîrovekirinên gospel xelatê bi dest xist. Di 36 saliya xwe de ew bû hunermendê herî ciwan ê ku Xelata Serkeftina Jiyanê werbigire.[2] Digel Michael Jackson, ew hunermendê yekane ye ku di pênc salonên Hall of Fame de cih girtiye: yên wek rock 'n' roll[3], rockabilly[4], country[5], blues[6] û gospel[7]. Digel vê yekê, şeş şîroveyên stranên wî ji hêla dîrokî ve girîng têne hesibandin û ji bo Grammy Hall of Fame hatin hilbijartin. Li gorî Komeleya Pîşesaziya Qeydkirinê ya Amerîka (RIAA) Elvis bi 167 yekîneyeyan xwediyê xelatên herî zêde yên zêr û platîn, û her weha yek xelata almasê ye[8][9] RIAA gelek caran navê wî kiriye "Hunermendê Solo yê Herî Firotan Di Dîroka Dewletên Yekbûyî de."

Presley bi 15 albûm û 16 EPyan di lîsteyên Billboardê yên amerîkî de gihîşt yekem. Ew yekane muzîkvanê di dîroka nexşeya DYA de ye ku di rêza yekem de di popa Billboard, country , rîtm & blues, û hemdemê mezinan de derketiye. û heta îro di lîsteya Billboard ya 500 ya herî zêde de ye. Heya roja îro, ew rêberiya Billboard ya "lîsteya 500 hunermendên herî serketî yên ji sala 1955an û vir ve" dike.[10]

Elvis di navbera salên 1956 û 1969an de di 31 fîlmên dirêj de jî lîstiye. Ji sala 1969an heta mirina xwe zêdetirî 1100 konser da. Wî di tebaxa 1977an de ji ber têkçûna dil ji ber karanîna narkotîkê ya bi reçete û adetên xwarina netendurist koça dawî kir.

Çîroka jiyana Presley bûye mijara zêdetirî 1000 pirtûk û gelek fîlimên dirêj, hilberên televîzyonê û belgefîlman. Jiyan û muîka wî hê jî mijara lêkolînê ye.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "For The Billionth And The Last Time | Lifting the Lid on the King's record sales | Elvis Articles". www.elvis.com.au (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 1 sibat 2023.
  2. ^ "Elvis' Achievements | Graceland". www.graceland.com. Roja gihiştinê 1 sibat 2023.
  3. ^ "Elvis Presley | Rock & Roll Hall of Fame". www.rockhall.com. Roja gihiştinê 1 sibat 2023.
  4. ^ "RHOF Inductees with Certificates". web.archive.org. 18 gulan 2019. Ji orîjînalê di 18 gulan 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 1 sibat 2023.
  5. ^ "Elvis Presley". Country Music Hall of Fame and Museum (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 1 sibat 2023.
  6. ^ "Elvis Presley Exhibit in The Blues Hall of Fame ®". www.blueshalloffame.com. Roja gihiştinê 1 sibat 2023.
  7. ^ admin (1 kanûna paşîn 2018). "Elvis Presley". Gospel Music Hall Of Fame (bi îngilîziya amerîkî). Ji orîjînalê di 1 sibat 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 1 sibat 2023.
  8. ^ "Gold & Platinum". RIAA (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 1 sibat 2023.
  9. ^ "For The Billionth And The Last Time | Lifting the Lid on the King's record sales | Elvis Articles". www.elvis.com.au (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 1 sibat 2023.
  10. ^ "Chart Watch Extra: White Artists With Soul". www.yahoo.com (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 1 sibat 2023.