Ekrem Dumanlı (jdb. 1964 li Yozgatê) rojnamevan, gerînendeyê giştî yê rojnameya Zamanê ye. Zaman xwedî nêrînên tirk-îslamî ye.

Ekrem Dumanlı
Jidayikbûn10 adar 1964 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Yozgat Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Zanîngeha Stembolê Fakulteya Edebiyatê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Meqam
  • midûrê karê weşanê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jiyan biguhêre

Dumanli beriya cûntaya 12ê îlonê (1980), xwedî nêrînên neteweperwer û rastradîkal e. Di nava rêxistinên rastgir de, li dijî kurd, çepgir û komûnîstan têdikoşe. Generalên ku dest danîbûn ser textê dewletê, ne zêde li dijî rastgiran bûn. Lewra rastgir û çepgir ketibûn dafika wan, bi hev re şer dikirin, mercên cûntayê kamil dikirin. Niha êdî pêdivî bi rastgiran nemabû. Bi qasî çepgir û kurdan nebe jî, gelek kesên rastgir jî girtin ku yek ji wan jî Dumanli bû.

Salekê di zîndanê de dimîne, başê tê serbestberdan. Sala 1987ê di zanîngeha Stembolê de perwerdeya ziman û wêjeya tirkî dibîne. Sala 1993 di Zamanê de dest bi xebatê dike. Sala 1997ê wekî gelek burokrat, rojnamevan, ronakbîrên tirkan, diçe DYAyê, li Bostonê di Emerson Collegeê de perwerdeya bilind dibîne. Ji sala 2001ê ve edîtorê Zamanê ye.

Marî bûye (zewiciye), du zarokên wî hene. Bi îngilîzî dizane. Nêrînên wî dişibin ên teriqeta Fethullah Güven. Derbareyê mafê kurdan de ramanên wî neyînî ne, bi tundî li dijî daxwazên kurdan ên wekî xweseriyê derdikeve. Herwiha di zanîngeha Fatihê de dersdariyê jî dike.

Hin ji berhemên wî biguhêre

  • Medya
  • Haber Kılavuzu - Gazetecinin El Kitabı / Rêbera nûçeyê - Namilkeya rojnamevan
  • Son Duruşma - Daniştina dawî
  • 28 Şubat Gölgesinde Amerika - Bin siya 28ê sibatê de Amerîka
  • Üç Mesele: İktidar Medya Ergenekon - Sê pirsgirêk: Desthilat medya Ergenekon
  • Kronik Gündemlere Pratik Çözümler - Çareseriyên hêsanîbar bo rojevên kronîk
  • Anlık Hikâyeler - Çîrokên kêliyê