Ekin Wan an jî Ekin Van, bi navê wê yê fermî: Kevser Eltürk, endama jin a kurd a rêxistina HPG bû ku di 10ê tebaxa 2015an de[1] li Gimgima Mûşê (Bakurê Kurdistanê) ji aliyê hêzên leşkerî yên tirk ve hatiye kuştin. Ekin Wan bi eslê xwe ji Wanê bû.

Ev jina kurd, pêşî sax hatibû girtin, piştre bi êşkenceyên ku lê hatibûne kirin hat qetilkirin. Piştî ku hatibû qatilkirin ji aliyê polîs û leşkerên tirk ve ew bi wê rewşa wê ya mirî, tê rûtkirin û bi wî rengî tê teşîrkirin. Armanca vê kirina polîs, leşker û rayadarên tirk ew bû ku rûmeta kurdan bişênin. Lê kurdan jî, daketin qadan û ev kirina dewleta tirk a li vê jina kurd şermazar kir. Ev rewş li Wartoya Mûsê pêk hat.

Pêşî li ser wêneyê gelek nîqaş hatine kirin ku ka rast a û ankû ne rast a. Piştre, walîtîya Mûşê ragihandibû ku rast bû [2]. Dayikên kurd jî, bi xwepêşandinekê ev kirina qirêt a dewleta tirk şermazar kir û bo Ekin Wan gotin ku "Ekin Wan, rûmeta me ya rût e [3].

Ekin Wan bi eslê xwe ji Wanê bû. Bo vê yekê jî, xwepêşandina pêşî a lê xwedî derketinê li Wanê bû.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ http://www.pisorno.it/corpo-di-combattente-kurda-ekin-wan-torturato-e-messo-in-mostra-dalle-forze-di-sicurezza-turche/
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 18 tebax 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 18 tebax 2015{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  3. ^ http://rojevakurdistan.org/kuerdistan/18840-ekin-wan-direnisimizin-c-r-lc-plak-halidir[girêdan daimî miriye]

Girêdanên derve biguhêre