Sinc (felsefe)

(Ji Ehlaq hat beralîkirin)

Sinc an exlaq zagonên nenivîskî yên subjektîv û guherbar ên mirovan in. Civak jiyana xwe li gorî zagonên sinc bi rêxistin dike û digihîne pergalekî. Pêwendiyeke yekser di navbera çand, ol û sincê de heye. Avakerê sincê mirov in. Civak li gorî berdewamî û parastina jiyana xwe zagonên sincê diyardike. Sinc gorî jiyana mirovahiyê kêm an zêde dibe, diguhere. Wekî zagonên dadmendiyê tên guhertin. Hin caran çawa kû di dadmendiyê de, hin kiryar tên qedexekirin û paşê qedexe tê rakirin, di sincê de jî wisa ye. Bo mînak ji vir 30 sal berê herçendî bo azadiya gel û welêt ba jî di nava Kurdan de derketina jinan a çiyê baş nedihate dîtin. Lê îro wekî şeref û serbilindî tê nirxandin. Mijara zanîstiya etîkê ne. Herwekî ol, felsefe, çand, dadmendî, polîtîka hwd hemî zanîstî û dîsîplîn kêm zêde li ser sincê radiwestin.