Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîst

(Ji EZLN hat beralîkirin)

Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîst (bi spanî: Ejército Zapatista de Liberación Nacional, EZLN), rêxistinekî bi çek e li parêzgeha Çiapas a Meksîkê.

Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîst
Ejército Zapatista de Liberación Nacional
Alaya EZLN
Çalakî1994–didome
ÎdeolojîNeozapatîsmo, Zapatîsmo, Anarşîzm, Marksîzma Klasîk, Sosyalîzma Azadîxwaz, Sosyal Anarşîzm, Çep-Azadîxwaz, Marksîzm Azadîxwaz, Xweserî, Anarşîzma Ferdparêz, Berambertî, Anarko-Sendîkavanî, Komûnîzma Anarşîst, Anarşîzma Kolektîvîst, Troçkîzm, Sendîkavanî, Anarşîzma Raperîn, Anarşîzma Çep, Anarşîzma Sentezker Platformperestî, Derezagonî, Propaganda ya emel
RêberSubcomandante Insurgente Galeano
Comandante Ramona 
Subcomandante Elisa
Qada operasyonêÇiapas, Meksîk
Mezinahî3.000 beşdarên aktîv û milîs; herwiha bi deh hezaran alîgirên sivîl (bases de apoyo)
Şer û cengPevçûnên Çiapasê
Malperwww.ezln.org.mx

Navê xwe ji serokê Şoreşa Meksîkê (1910-1920) Emiliano Zapata hil dide. Xwe bi avayê xwedî mîrata Emiliano Zapata dibinin. Ew xwe li dijî emperyalîst didine naskirin.

Herêm ku têda dijîn bi avayê serbixwe û xweser ji hikûmatê dibînin. Ramanên wan “ax ya gel e” û “gel ferman dike hukûmet tîne cîh” e. Dirûşmên wan ê herî girîng ¡Ya Basta! ("Edî bes e”) û “Dad! Serxwebûn! Demokrasî!” ye. Ji bo piştevaniyê ji xwe re bibînin, înternet û bihîstokên dûvelang dixebitînin.

Zapatistiyan li dijî kûreyî (globalîzm) û neoazadîxwazê ne. Ji ber ku, bi gorî ramanên wan, ev herdûyan, gundiyan bi avayekî xirab bandor dike û wana birçî dihêle.

Di sala 1983an de ji aliyê şerwanên Maoist ku di nav wanda Subcomandante Marcos jî heye hat avakirin. Piştî deh salên ji bo birêxistinbûn û amadeyîkirinê, di sala 1ê kanûna paşîn 1994an de dest bi şerê çekdarî kirin. Gelek şaredarîyên San Cristobal de Las Casas dagirkirin.

Endamên EZLN ê piranî ji niştecîhan pêk tê. Piştevaniyên ji bajarên din û navnetewî jî hene.

Subcomandante Marcos di vê rêxistinê de gelek çalak û fermandar e. Lê berevajî fermandarên din, bixwe niştecîhekî Maya nîne.

Çavkanî

biguhêre