Dirban, Gimgim

Gundekî Gimgima Mûşê
Ji bo maneyên din li Dirban binêre.

Dirban, Dirba, Dirbo, Gundê Dirbo (bi tirkî kirine: Çayönü) gundekî girêdayî navçeya Mûşê Gimgimê ye.

Dirban
Çayönü
Dirban li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Dirban
Dirban
Koordînat: 39°7′15″Bk 41°37′9″Rh / 39.12083°Bk 41.61917°Rh / 39.12083; 41.61917
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehMûş
NavçeGimgim
NahiyeQerekoy
Bilindahî
1.830 m (6000 ft)
Nifûs
 (2010)
24[1]
Koda postayê
49600
Koda telefonê(+90) 436
Map
biguhêreBelge

28 km ji Gimgim, 76 km ji Mûşê dûr dikeve. Axa gund 1.772 m ji rûyê avê bilind e. Gund di erdheja sala 1966ê de ziyan dîtiye, cihê gund hatiye guhertin. Gundekî stratejîk e.

Pirraniya gundiyan mecbûr mane bar bikin, herin bajarên Kurdistan,Tirkiye û Ewropayê.

Dîroka Dirbanê biguhêre

Li ser dîrok û bingeha gund lêkolîn nehatine kirine. Li herêmê bi navê Dirbo mêrxasek hebûye. Dirbo bavê Cindî, Cindî bavê Sertîf e. Sertîf welatparêz, mêrxas û axayek bû li Gundê Anêrê. Xizmên Seîdê Nado (Bavê Dilşayê, serhildêrek navdar ê kurd) ne, ji bera Elî Axa ya êla Cibiriyan e.

Têkiliya Dirbo bavê Cindî bi vê gundê re heye yan nîne, ne kivşe ye.

Gelhenasî biguhêre

Sal Gelhe[2]
2008 26[3]
2000 40
1990 99
1985 177

Çavkanî biguhêre

  1. ^ tuik, 2010
  2. ^ Yerelnet, Çayönü, ji orîjînalê di 6 nîsan 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 23 gulan 2011
  3. ^ tuik, 2008[girêdan daimî miriye]