Die Zauberflöte (ji zimanê almanî: Bilûra Sêrbaz) operayek awistiryayî ye ku ji du beşan pêk tê. Ew ji hêla Wolfgang Amadeus Mozart ve hatiye çêkirin û cara ewil di sala 1791ê de li Freihaustheater li Viyanayê hate pêşandan. Lîbrettoya wê ji Emanuel Schikaneder e. Berhema ku bi qasî sê saetan diajo, yek ji operayên herî naskirî û herî zêde li cîhanê tê lîstin e. Hin arya/kilam, wek mînak Der Vogelfänger bin ich ja ya Papageno, Dies Bildnis ist bezaubernd schön ya Tamino an jî aryaya keybanûya şevê Der Hölle Rache kocht in meinem Herzen[1] ji bo gelek kesên ku qet opera nedîtine jî nas in. Ji ber ku opera bi hêsanî tê gihîştinê, carinan ji bo zarokan (her weha wekî performansa dibistanê) an jî wekî şanoya bebikan jî tê pêşandan. Opera serdema muzîka klasîk a Viyanayê pir baş nîşan dide. Di destpêkê cilên rengîn serdest in, û paşê îdealên masonî her ku diçin dikevin pêş.

Die Zauberflöte
Die Zauberflöte Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Berhema dramatîk û muzîkî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Festîvala Salzburgê 2012 - Julia Novikova wekî keybanûya Şevê di beşa duyemîn a Die Zauberflöte de.

Sirûd: 
Welat
  • Archduchy of Austria Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZimanAlmanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Awazçêker
Dema avabûnê
  • 1791 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema weşandinêSedsala 18an Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
CureOpera Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ŞêweSingspiel û opera Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Karekterên wê
  • Tamino
  • Pamina
  • Papageno
  • The Queen of the Night
  • Sarastro
  • Papagena
  • Monostatos
  • Lady 1
  • Lady 2
  • Lady 3 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jê çêbûyî
  • Ach, ich fühl's = O, gwae fi : allan o'r opera "Die Zauberflöte" Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
  • In diesen heil'gen Hallen
  • Der Vogelfänger bin ich ja
  • Der Hölle Rache kocht in meinem Herzen
  • O zittre nicht, mein lieber Sohn
  • Dies Bildnis ist bezaubernd schön Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Q111262003 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Beşên operayê

biguhêre

Beşa yekem

biguhêre

Opera li derve dest pê dike. Mîrê ciwan Tamîno ji aliyê marekî mezin ve tê tehdîtkirin. Sê xanimên ku di xizmeta keybanûya Şevê de ne, wî xilas dikin û jê re qala Pamînaya bedew dikin, ya ku ji aliyê Sarastro, keşeyê Terîqeta Rojê ve hatibû revandin. Tamino yekser evîndarê wêneyê Pamîna dibe û soza azadkirina wê dide. Jin bilûrek sêrbaz didin wî, da ku di demên dijwar de alîkariya wî bike. Teyrangir Papageno, ku karakterek dilşewat û naîf e, tevlî rêwîtiya Tamîno dibe ji bo xilaskirina Pamîna. Di rê de, Tamino û Papageno divê ezmûnan derbas bikin da ku bigihîjin Sarastro û Pamina azad bikin. Keşe Sarastro wekî hukumdarek jîr û dadperwer tê xuya kirin, lê keybanûya Şevê dijberiyek e û hewl dide hemû hêzê bixe destê xwe.

Beşa duwem

biguhêre

Dema ku digihêjin Perestgeha Sarastro, Tamîno û Papageno fêr dibin ku divê ew ezmûnên din derbas bikin da ku bigihîjin hundurê terîqetê û Pamîna azad bikin. Divê Tamîno ezmûnek bêdengî û bîhnfirehiyê bikişîne, û Papageno ezmûnên xwe bi mîzahî derbas dike. Pamîna, ku di perestgeha Sarastro de dîl tê girtin, di vê baweriyê de ye ku Tamîno ji tirsa ezmûnan dev ji wê berdaye. Lê Tamîno ji wê re dilsoz dimîne û di dawiyê de ezmûnên xwe derbas dike. Di vê navberê de, Papageno ji sêrbazek fêr dibe, ku ewê jin û rêhevalek bi navê Papagena bibîne. Di dîmena dawî de, Tamino bi biryarekê dijwar re rû bi rû dimîne: gelo ewê piştgirî bide keybanûya Şevê, ya ku kuştina Sarastro dixwaze, an jî ewê berê xwe bide prensîba exlaqî ya bilind a Sarastro û ronahiya zanînê? Tamîno riya ronahî û exlaqê hildijêre û bi Pamîna re ezmûna dawîn derbas dike: Ew xwe dixin nav bêdengiyê û guhdarî dengê bilûrê dikin. Di dawiyê de, Tamîno û Pamîna tariyê têk dibin û dikevin Perestgeha Ronahiyê. Papageno jin û rêhevala xwe Papagenayê dibîne û cejna aheng û aştiyê pîroz dike. Opera bi serfiraziya aqil, hezkirin û başiyê bi dawî dibe.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "Act II, Der Hoelle Rache (Moser, Sawallisch)".