Deryaya Îrlendî

Deryaya ku giravên Îrlendayê ji hev Brîtanyaya Mezin vediqetînin
(Ji Deryaya Îrlandî hat beralîkirin)

Deryaya Îrlendî (bi îrlendî: Muir Éireann, galî: Môr Iwerddon, manî: Mooir Vannin, bi inglîzî: Irish Sea) deryayeke Îrlenda û Brîtanyayê ji hev vediqtine. Ava aîdî Keyaniya Yekbûyî û Komara Îrlendayê ye.

Deryaya Îrlendî

Ew li başûr bi Kanala St George's (navbera Îrlenda û Walesê), li bakur jî bi Kanala Bakur (navbera Îrlenda û Skotlendayê) Okyanûsa Atlantîk ve tê girêdan. Îngilistan li rojhilat e. Komara Îrlendayê û Îrlendaya Bakur li rojava ne. Girava Man di navenda Deryaya Îrlendî de ye.