Dersên hilbijarî yên kurdî li Tirkiyeyê

Gotara li ser dersên bijêrkî yên kurdî ya li Tirkiyeyê

Dersên bijareyî yên kurdî li Tirkiyeyê ji dersên kurdî re tên gotin ku li Tirkiyeyê li dibistanên dewletê ji bo hin xwendekaran wek dersên bijareyî tê pêşkêşkirin.

Bi giştî rewşa zimanê kurdî li Tirkiyeyê biguhêre

Bi avabûna Komara Tirkiyeyê zextên li ser zimanê kurdî dest pê kirin. Di demên pêşî de di fermiyetê de sizayên pereyî ji wan kesan re dihate dayîn ku bi kurdî xeber didan. Di destpêka salên 1930î de dirûşma kampanyaya hikûmeta Tirkiyê, "Hemwelatîno, bi tirkî xeber bidin!" bû ku ji bo asîmîlekirina gelên netirk ên li Tirkiyeyê bû. Di vê kampanyayê de serokwezîrê tirk İsmet İnönü îlegalbûna zimanên din ên nefermî îlan kir. Di pey vê kampanayayê de hikûmeta komara Tirkî dest bi sizakirina her kesekî ji xeynî zimanê tirkî xeberdayî dikir.

Dîsa bikaranîna zimanê kurdî di saziyên fermî de hate qedexekirin. Bi Qanûna Tewhîdê Tedrîsatê (bi tirkî Tevhidi Tedrisat Kanunu) zimanê perwerdehiyê yên li dibistanan bi temamî wek tirkî hatibû diyarkirin û hê jî wisa ye. Li dibistanên xisûsî jî bi mewzuat û praktîkê rê li ber perwerdehiya bi kurdî hatiye girtin. Ji ber xeberdana zimanê kurdî çendîn kes li bajarên tirkî hatine êrîşkirin.

Kurdî wek dersa bijareyî biguhêre

Li dibistanên Tirkiyeyê sinifên 4an a dibistanên seretayî û 5, 6, 7 û 8an a dibistanên navîn ji xeynî dersên mecbûrî, dikarin 3 dersan jî wekî dersên bijareyî bibijêrin[1][2]. Di çarçoveya Ziman û Zaravayên Zindî (sinifên 5, 6, 7 û 8) de zaravayên kurmancî û zazakî yên kurdî di nav dersên bijareyî de ne.

Di dersên bijareyî malbatên xwendekaran dibijêrin ku zarokên wan heftiyê 2 saetê kîjan dersê bibînin. Li gorî cureyê mektebê, ev saet derdikevin 4an an dadikevin 1ê. Ji ber ku ji bo dersa hilbijartî were dayîn, divê kêmanî 10 xwendekar serî lê bidin[3].

Ji bo ku mamosteyekî karibe dersên kurdî bide, divê heftiyê bi kêmanî 15 saetan dersa kurdî bide. Ev yek jî dibe îmkanek ji bo mamosteyên kurdî yên tayînnekirî.

Ji bo mamosteyekî karibe di mektebeke de dersên kurdî bide divê bi kêmanî 10 sinif bên vekirin û di her sinifê de jî bi kêmanî 10 xwendekar hebin. Yanî bi kêmanî 100 xwendekar zimanên kurdî wek dersên bijareyî bibijêrin, Wezareta Perwerdehiyê mamosteyeke zimanê kurdî tayînî wê mektebê dike.

Tarîx biguhêre

Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê bi Rêbera Dersên Bijareyî yê bi hejmara 12668 û bi nimreya 2012/37[4] di sala 2012an de îmkan hate dayîn ku Kurmancî û Zazakî di bin navê Ziman û Zaravayên Zindî de ji aliyê xwendekarên sinifên 5, 6, 7 û 8an karibe were bijartin[5].

Ji bo avakirina hişmendiya ziman û ji bo bijartina zimanê kurdî wek dersên bijareyî gelek saziyên ziman û komeleyên civata sivîl balê dikişînin ser mijarê, xebat dimeşînin û bang li xelkê dikin[6][7][8][9].

Li Tirkiyeyê piraniya kurdan daxwaz dikin ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdehiyê yê kurdan. Hin kurd dibêjin dersên bijareyî kêm dimîne, û ji ber vê yekê bijartina zimanê kurdî wek dersên bijareyî red dikin.

Tê gotin ku gelek kes jî ji ber nebûna haya wan a ji dersên kurdî, kurdî nabijêrin[10][11].

Herwiha binêre biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Abdurrahman Kurt banga hilbijartina dersên Kurdî li malbatên Kurd kir". Rûdaw. 17 kanûna paşîn 2023. Ji orîjînalê di 17 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 17 kanûna paşîn 2023. {{cite news}}: |archive-date= / |archive-url= li hev nayê; 16 kanûna paşîn 2023 tê pêşniyazkirin (alîkarî)
  2. ^ "HUDA PAR: Zimanê xwe yê zikmakî hilbijêrin". rojevakurd.com. 12 kanûna paşîn 2023. Ji orîjînalê di 18 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2023. {{cite news}}: |archive-date= / |archive-url= li hev nayê; 17 kanûna paşîn 2023 tê pêşniyazkirin (alîkarî)
  3. ^ "Dema serlêdanê ya ji bo dersên bijarte wê heta 7ê Sibatê dewam bike". bianet.org. 20 kanûna paşîn 2022. Ji orîjînalê di 18 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2023. {{cite news}}: |archive-date= / |archive-url= li hev nayê; 17 kanûna paşîn 2023 tê pêşniyazkirin (alîkarî)
  4. ^ "Milli Eğitim Bakanlığı 2012/27 Sayılı Genelge" (PDF). mevzuat.meb.gov.tr (bi tirkî). 31 tebax 2012. Ji orîjînalê di 18 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin (PDF). Roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2023. {{cite web}}: |archive-date= / |archive-url= li hev nayê; 17 kanûna paşîn 2023 tê pêşniyazkirin (alîkarî)
  5. ^ "EĞİTİM-SEN'den Kürtçe Seçmeli Ders için Öğretmenlere çağrı! Kaynak: EĞİTİM-SEN'den Kürtçe Seçmeli Ders için Öğretmenlere çağrı!". rupelanu.org. 24 kanûna pêşîn 2021. Ji orîjînalê di 17 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 17 kanûna paşîn 2023. {{cite news}}: |archive-date= / |archive-url= li hev nayê; 16 kanûna paşîn 2023 tê pêşniyazkirin (alîkarî)
  6. ^ "Ji Baroya Şirnexê derbarê hilbijartina dersên bijarte yên Kurdî de daxuyaniyeke girîng". Rûdaw Kurmancî. 12 kanûna paşîn 2023. Ji orîjînalê di 18 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2023. {{cite news}}: |archive-date= / |archive-url= li hev nayê; 17 kanûna paşîn 2023 tê pêşniyazkirin (alîkarî)
  7. ^ "Ji bo hilbijartina dersên kurdî dem dirêj bû". Diyarname. 20 kanûna paşîn 2022. Ji orîjînalê di 18 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2023. {{cite news}}: |archive-date= / |archive-url= li hev nayê; 17 kanûna paşîn 2023 tê pêşniyazkirin (alîkarî)
  8. ^ Eren, Siddik (12 kanûna paşîn 2023). "Li Bakurê Kurdistanê banga hilbijartina dersa zimanê Kurdî didome". kurdistan24.net. Ji orîjînalê di 18 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2023. {{cite news}}: |archive-date= / |archive-url= li hev nayê; 17 kanûna paşîn 2023 tê pêşniyazkirin (alîkarî)
  9. ^ Farqîn, Xecîcan (11 kanûna paşîn 2023). "Li Amedê Hewileke Nû ya Dersên Kurdî yên Bijartî". dengeamerika.com. Ji orîjînalê di 18 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2023. {{cite news}}: |archive-date= / |archive-url= li hev nayê; 17 kanûna paşîn 2023 tê pêşniyazkirin (alîkarî)
  10. ^ Bozarslan, Felat (22 kanûna paşîn 2022). "MEB, Kürtçe seçmeli derse hazır mı?". t24.com.tr. Ji orîjînalê di 18 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2023. {{cite news}}: |archive-date= / |archive-url= li hev nayê; 17 kanûna paşîn 2023 tê pêşniyazkirin (alîkarî)
  11. ^ Gul, Dilek (5 sibat 2022). "Kürtçe ders için tercih süresi 7 Şubat'ta sona eriyor: Öğrenciler ve aileler ne istiyor?". tr.euronews.com. Ji orîjînalê di 18 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2023. {{cite news}}: |archive-date= / |archive-url= li hev nayê; 17 kanûna paşîn 2023 tê pêşniyazkirin (alîkarî)