Dennis Dargul, navê wî yê fermî Musabeg Hisên Budaxbeg e. (1974 li bajarê Hekarî) Rojnamevan û Nivîskare.

Jiyan biguhêre

Rojnamevan û Nivîskar Dennis Dargul di sala 1974yan de, li bajarê Hekariyê ji dayîk bûye. Ji Binemala Xanedana Pîrozbegê kinyata Budaxbegê Çelê ya Hekariyan e. Navê wî yê fermî “Musabeg Hisên Budaxbeg” e.

Xwendina xwe ya seretayî û navendî, li bajarê Hekarê li Çelê, lîse û Zanko jî (beşa Şanogeriyê) li bajarê Awistirya Wiyenna berdewam kiriye. Ji sala 1989 heta sala 1993yan hem xwendina xwe ya zankoyê dixwend hem jî, li Viyenayê mamostetiya dibistana seretayî dikir. Di sala 2014ê Zankoya “St. Clements ” beşa Ragihandinê li bajarê Duhokê temam kir.

Di sala 1994ê heta sala 1996ê di komeleyên çandî yên Ewropayê de, xizmeta folklor û çanda kurdî dikir. Di sala 1996an de li Berlînê bû Berpirsê Enstitûya Kurdî ji bo lêkolîn û zanistiyê. Ji sala 1997ê heta sala 2001ê, di televîzyonên kurdî yên li Ewropayê li Medya TV, Ctv û Mezopotamya TV de wek modarator û pêşkêşvan xizmeta ziman û çanda kurdî kir. Li sala 2001ê bi armanca çêkirina fîlmên dokumanterî derbasî Başurê Kurdistanê bû. Ji sala 2001ê heta sala 2005ê li Bexda û Mûsilê li gel Ajansa Mezopotamyayê karê rojnamevaniyê berdewam kir. Li bajarê DuhokêBaşurê Kurdistanê li gel çend rewşenbîran “Enstîtûya Keleporê Kurdî” damezirand. Di Enstîtûya Keleporê Kurdî de derhênerî û serpereştiya fîlmên dokumanterî kir.

Li sala 2007ê bû rêveberê Zagros TV li devera Behdînanê. Heta sala 2017ê wek rêveberê Zagros TV, derhêner û peşkêşvanê bernameyên show wek “Gulistana Keleporî” “Zagros Show” û “Diyariya Rojê” karê xwe berdewam kir.

Di Şerê DAIŞê de, sê salên xwe wek rojnamevan li gel Pêşmerge di eniyên şer de derbas kir. Li Başurê Kurdistanê 100î zêdetir fîlmên dokumanter bi navê “Bistanê Zerîn” encam daye û di hejmarek fîlmên berniyas de jî aktorî kiriye.

Denis hemwelatiyê Almanyayê ye. Zimanê kurdî, tirkî û almanî dizane. Ji sala 1995ê heta niha di xizmeta ragihandina kurdî de ye.

Di despêla sala 2019ê de jî, di televizyona Kurdistan 24ê û heta niha beşa nûçeyê yên Bakurê Kurdistanê de, karê rojnamevaniyê dike. Di heman demê de li Kurdistan TV pêşkeşvan û amadekar û derhênerê bernamên Malava (2021) Bernama Mêrgulan (2022ê) ye. Her wiha di sala 2023 ê jî, xebata xwe ya Rojnamevaniyê di Kurdistan TV de berdewam kir û di heman demê de bi armanca xizmeta Rewşenbîri û Hunera Kurdî Bernama KEVAL çêdike. Di vê bernamê de, kesayetên stêre ku li Kurdistan xwediyê berhemên rewşenbîrî û hûneri ne, di programa KEVAL de wek arşivek mayînde lihevtîne. Di sala 2023 û 2024 di Ajansa BASNEWS ê ya Başurê Kurdistanê de, hefteyane dest bi nivîsînê kir. Di her heftê 2 Nivîsên Serençrakêş babetên Komaleyetî û Rewşenbî BASNEWS de belav dibin. Dennis Dargul, Her wiha karê xwe yê nivîsine Pertûkan jî berdewam dike. Di heman demê de 2 Pertukên Nû (STER - Roman/Senaryo û Dîwanek Helbestê ) di çapê de ye.

Berhemên çapkirî biguhêre

1: Medya û Bernamevanî – Çapa I / Silêmanî 2004.

2: Medya û Bernamevanî – Çapa II / Duhok 2008.

3: Êşa Min – Roman – Çapxana Maxmur 2005.

4: Bîstanê Zêrîn – Çapxana Hewar – Duhok.

5: Girînek Bêrondik – Helbest / Çapxana Hewar 2011.

6: Medya û Bernamevanî – Çapa 3 / Çapxana J&J 2011.

7: Di Dîroka Kurdistanê De Çel – 2019 Çapxana Sitav, ISBN: 9786057920362.

8: Mercan – Nameyên Evînîyê Çapxana Lîman Kultur Yayin evi-2022 Enqere

9: Bûk - Roman 2022 - Lıman Kultur yayın evı-Enqere IBSN- 978-605-73592-3-0

10: Gulnîsan - Helbest 2022 - Liman Kultur yayin evi-Enqere IBSN- 978-605-73592-2-3

Çavkanî biguhêre