Dennîs Dargul, bi navê wî yê fermî Musabeg Hisên Budaxbeg (jdb. 1974 li Hekariyê, Bakurê Kurdistanê), rojnamevan, nivîskar û helbestvanekî kurd e.

Dargul di sala 1974ê de, li bajarê Hekariyê ji dayîk bûye. Ji binemala xanedana Pîrozbegê kinyata Budaxbegê Çelê ya Hekariyan e. Navê wî yê fermî Mîsabeg Hisên Budaxbeg e.[çavkanî hewce ye]

Xwendina xwe ya seretayî û navendî, li bajarê Hekarê li Çelê, lîse û zanko jî (beşa şanogeriyê) li bajarê Awistirya Viyanayê berdewam kiriye. Ji sala 1989ê heta sala 1993ê hem xwendina xwe ya zankoyê dixwend hem jî, li Viyanayê mamostetiya dibistana seretayî dikir. Di sala 2014ê Zankoya St. Clements beşa ragihandinê temam kir.

1989-2005

biguhêre

Dennîs Dargul hêşta di zarokatiya xwe de, eleqa wî ji bo mûzîkê çêdibe. Di jiyê 10 salî de perwerda jenîna temborê fêr dibe. Di gelek ahengên herêmî de, cih digre.

Di Sala 1988ê de, ji bo xwendinê diçe paytexta Nemsa Viyana (Wien). Li Viyanayê di nav koma mûzîkê ya Şoreş de cih digre. Bê ferq û cûdayî di hemû ahengên kurdewarî de xizmeta çanda kurdî û mûzîkê dike. Di heman salê de, dibe endamê koma şanoyê ya Senterê Çand û Hunera Kurdistan. Di hejmarek listikên şanoyê de dileyîze. Taybet şanoya binavê Zîndana Amedê, Mem û Zîn wek ekterê sereke rol digire û di piraniya paytextên Ewropayê de tê nomaîşkirin.

Di sala 1994ê heta sala 1996ê di komeleyên çandî yên Ewropayê de, li xizmeta folklor û çanda kurdî kir.

Di sala 1996ê de li Berlînê bû berpirsê Enstitûya Kurdî ji bo lêkolîn û zanistiyê. Ji sala 1997ê heta sala 2002ê, di televîzyonên kurdî yên li Ewropayê li Medya TV, CTV û Mezopotamya TV de wek moderator û pêşkêşvan xizmeta ziman û çanda kurdî kir. Li sala 2003ê bi armanca çêkirina belgefîlman derbasî Başurê Kurdistanê bû. Ji sala 2003ê heta sala 2005ê li Bexda û Mûsilê li gel sê rojnamevanên kurd Ajansa Nûçeyan ya Mezopotamya avakir û di heman dezgehî de karê rojnamevaniyê berdewam kir.

Di sala 2006ê li bajarê Dihokê bi cih bû. Li bajarê Dihokê yê Başurê Kurdistanê li gel çend rewşenbîran bi pêşengiya hunermend Mazharê Xaliqî û bi harikariya hozanvanê kurd Mueyed Teyîb Enstîtûya Keleporê Kurdî damezirand. Dennîs Dargul, di Enstîtûya Keleporê Kurdî de derhênerî û serpereştiya fîlmên dokumanterî kir.

2007-2017

biguhêre

Li sala 2007ê bû rêveberê Zagros TV li devera Behdînanê. Heta sala 2018ê wek rêveberê Zagros TV, derhêner û peşkêşvanê bernameyên show wek “Gulistana Keleporî”, “Zagros Show” û “Diyariya Rojê” karê xwe berdewam kir.

Di şerê Daişê de, sê salên xwe wek rojnamevan li gel pêşmergên Kurdistanê di eniyên şer de derbas kir. Li Başurê Kurdistanê bi dehan fîlmên dokumanter bi navê “Bistanê Zerîn” encam daye û di hejmarek fîlmên berniyas de jî aktorî kiriye. Dargul hemwelatiyê Almanyayê ye. Ew bi zimanê kurdî, tirkî û almanî dizane.

2019-2024

biguhêre

Di despêla sala 2019ê de jî, di televîzyona Kurdistan24 û heta niha beşa nûçeyê yên Bakurê Kurdistanê de, karê rojnamevaniyê dike. Di heman demê de li Kurdistan TV pêşkeşvan û amadekar û derhênerê bernameya Malava (2021) û bernameya Mêrgulan (2022) ye. Her wiha di sala 2023ê jî, xebata xwe ya rojnamevaniyê di Kurdistan TV de berdewam kir û di heman demê de bi armanca xizmeta rewşenbîri û hunera kurdî bernameya Keval çêdike. Di vê bernameyê de, kesayetên stêre ku li Kurdistanê xwediyê berhemên rewşenbîrî û hûneri ne, di programa Keval de wek arşivek mayînde li hev tîne. Di sala 2023 û 2024ê di ajansa Basnews ê ya Başurê Kurdistanê de, hefteyane dest bi nivîsînê kir. Di her heftê du nivîsên serençrakêş babetên komaleyetî û rewşenbîrî Basnews de belav dibin.

Dargul, her wiha karê xwe yê nivîsine pirtûkan jî berdewam dike. Di heman demê de du pirtûkên nû bi navê Stêr - Roman/Senaryo û Pertukek jî li ser şikeft û pireyên dîrokî yên Kurdistanê di çapê de ne.

Berhemên çapkirî

biguhêre
  1. Medya û Bernamevanî – Çapa I / Silêmanî 2004
  2. Medya û Bernamevanî – Çapa II / Duhok 2008
  3. Êşa Min – Roman – Çapxana Maxmur 2005
  4. Bîstanê Zêrîn – Çapxana Hewar – Duhok
  5. Girînek Bêrondik – Helbest / Çapxana Hewar 2011
  6. Medya û Bernamevanî – Çapa 3 / Çapxana J&J 2011
  7. Di Dîroka Kurdistanê De Çel (Latinî) – 2019 Çapxana Sitav, ISBN: 9786057920362
  8. Mercan – Nameyên Evînîyê Çapxana Lîman Kultur Yayin evi-2022 Enqere
  9. Bûk - Roman 2022 - Lıman Kultur yayın evı-Enqere IBSN- 978-605-73592-3-0
  10. Gulnîsan - Helbest 2022 - Liman Kultur yayin evi-Enqere IBSN- 978-605-73592-2-3
  11. Xewa Şirîn - Helbest 2024 - Liman Kultur yayin evi-Enqere IBSN-978-625-6043-14-5
  12. Di Diroka Kurdistanê de Çel-(Herfê Aram)-Çapxana Xanî-Duhok-IBSN: D-2291-74
  13. Stêr - Senaryo/Roman - Liman Kultur yayin evi-Enqere

Çavkanî

biguhêre