Dehbik yan jî dabik, amûrek nêçîrvaniyê ye ku bi granî ji bo girtina çûkan û ajalên bi zerar yên wek rêvî (rovî, rûvî), mişk, gur û hirç dihê bikaranîn.

Dehbika çûkan ji mûyê teriya hespan û bi grêdana xilboqî dihê çêkirin. Li ser sergoyan yan jî li ser reşahiyek li nav berfan dihê danîn û pê beytik, kebok (kevok), çîq(reşçêlek) û çûkên hwd dihên girtin.

Dehbika ajalên bi zerar hesinî ye û xwediyê sîstemekê ye.