Leonardo da Vinci
Leonardo da Vinci (wekî Leonardo da-Vînçî bixwîne) (jdb. 15ê nîsana sala 1452an li Anchiano, Floransa - m. 2ê gulana 1519 li Amboise) yek ji pêşengên ronesansê, muzîkar, dahêner, endazyar, peykervan , wênesaz, kelşînkar (anatomîst ) û geometrîkerê îtalî ye. Tê zanîn kû wî di endezyarîyê de hewl daye Îsmaîlê Cizîrî.
Leonardo da Vinci | |
---|---|
Jidayikbûn | 15ê nîsana 1452 |
Mirin | 2ê gulana 1519 Amboise |
Esil | Îtalyan |
Hevwelatî | Îtalya |
Pîşe | ronesans muzîkar, endezyar, peykervan, wênesaz, anatomîst û geometrîker |
Serdem | Sedsala 15an |
Dîn | Xiristiyanî |
biguhêre |
Vinci bi wêneyên xwe yên nemir Mona Lîza (1503 - 1507) û Xwarina Dawî (1495 - 1497) tê hişê mirov.
Da Vinci, lawê noter Ser Piero da Vinci û Caterinayê ye û ji ber ku zewaca fermî ya dê û bavê wî nebû, gorî zagonên wê demê mafê wî yê xwandina zanîngehê nebû. Herwekî ev yeka han dibû sedem ku Da Vinci jiyaneke dijwar bijî. Di mala bapîrê xwe de dest bi wêneyan dike. Wêneyên wî yen bala wênesazên mezin dikşîne û Da Vinci hêdî hêdî tê naskirin.
Da Vinci di sala 1482an de bajarê Floransayê diterikîne û li cem dûkê Mîlano Sforza kar dibîne. Di xizmeta dûk de berhemên bêhempa û têr zîrekî diafirîne. Dîsa li Roma û gelek cihan dijî. Pireyan, peykeran, çekan, keştiyan û hwd çêdike, li ser anatomiyê û geometriyê lêkolînan dike û di warê çandê de meziniya xwe îsbat dike.
Di jiyana xwe de rastî gelek neheqî û bovlatan jî tê û tê darizandin. Papa xebatên wî yên li ser anatomiyê qedexe dike û Da Vinci ji aliyê gelekan bi homoseksueliyê tê reşkirin.[çavkanî hewce ye] Lê ew bi berhemên xwe yên bêhempa di dîroka mirovahiyê ya spî de ciheke girîng digire.
Çavkanî
biguhêreGirêdanên derve
biguhêre- Complete text & images of Richter's translation of the Notebooks
- Web Gallery of Leonardo Paintings
- Drawings of Leonardo da Vinci
- Da Vinci Decoded Article from The Guardian
- The true face of Leonardo Da Vinci?
- Leonardo da Vinci's Ethical Vegetarianism
- The Notebooks of Leonardo da Vinci
- Leonardo da Vinci at BBC Science
- Leonardo da Vinci's "prophecies" from Volume II of the notebooks (translated) Girêdana arşîvê 2006-12-30 li ser Wayback Machine
- Yahoo news, 500-year-old Leonardo da Vinci sculpture ‘Horse and Rider’ unveiled
- Leonardo da Vinci: Anatomist The Queen's Gallery, Buckingham Palace, Friday, 4 May 2012 to Sunday, 7 October 2012. High-resolution anatomical drawings.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |