Dîsakarîd ji du monosakarîdên hevgirtî pêk tê. Monosakarîd bi dehîdrasyonê navbera hevdu de bendê kovalend ava dikin û molekula dîsakarîd (coteşekir) çêdibe. Bendê kîmyayî yê navbera her du monomerên dîsakarîdê wekî bendê glîkozîdî bi nav dibe. Dema çêbûna dîsakarîdê molekulek av ji karlêkê (reaksîyon) derdikeve.

Monosakarîd + monosakarîd → dîsakarîd + H2O

Sê corên dîsakarîdên belavbûyî; maltoz, sukroz û laktoz e. Formula kîmyayî ya hersê dîsakakrîdan jî C12H22O11 ye.

Cora monomerên dîsakarîdê, cora dîsakarîdê dîyar dike. Dîsakarîd di nav avê de dibihujin (dihelin). Çêja wan şîrîn e. Bê ko bi enzîman werin heriskirin, dîsakakrîd ji parzûna xaneyê derbas nabin.

 
Maltoz

Maltoz ji du molekulên glukozê pêk tê.Di siruştê de dîsakarîda herî kêm belavbûyî maltoz e. Di nav tovên zîlvedan de piçek maltoz heye. Hinek maltoz jî ji nîşayê çêdibe. Dema hîdrolîzê, nîşa bi carekî de naherise nav glukozê, pêşî, bi enzîma amîlazê ji nîşayê maltoz çêdibe, lê paşê ev maltoz jî tê herisandin û jê glukoz çêdibe.

Cehê zîldayî û cardin hatî hişkkirî wekî malt tê navkirin. Malt gelek maltoz lixwe digire, loma maltoz wekî şekirê maltê an jî şekirê ceh jî bi nav dibe. Malt di çêkirin û meyandina bîrayê (cehav) de tê bikaranîn.

 
Sukroz

Sukroz ji molekulek glukoz û molekulek fruktozê pêk tê.Sukroz dîsakarîda herî şîrîn e. Şekirê çay sukroz e. Sukroz ji silqê û levenê şekir tên hilberandin. Riwek şekirên ko bi fotosentezê çêdikin, diguherînin sukrozê û bi vî awayê ji bo embarkirinê dişînin reg û qurmên xwe.

Bi hîdrolîza sukrozê glukoz û fruktoz pêk tê. Glukoz û fruktoza ji sukrozê hatî hilberandinê, wekî şekirê învert bi nav dibe. Şekirê învert ji şekirê çayê şîrîntîr e û şeweyê şirûbê ye.

Ji rûviya zirav a mirovan enzîma sukraz tê derdan. Ev enzîm sukrozê hîdrolîz dike bi vî awayê glukoz û fruktoz bi hêsanî ji rûvî derbasî nav xwînê dibin.

 
Laktoz

Laktoz ji molekulêk galaktoz û glukozê pêk tê. Şîr bi giraniya xwe ya %4 heta %6an ji laktozê pêk tê. Loma laktoz wekî şekirê şîrê tê navkirin. Ji bo herisa laktozê, di rûviya zirav a dergûş û zarokan de enzîma laktaz tê derdan. Ji ber ko vexwarina şîr kêm dibe, di laşê mirovên gihîştî de, derdana laktazê jî roj bi roj kêm dibe an jî bi tevayî radiweste. Loma, dema mirovên gihîştî şîr vedixwin, dibe ko laktoz neyê heriskirin.

Mirovên ko di rûviya wan de bi têra xwe laktaz çênabe, wekî nexweşên bi kêmtoleransiya laktozê tên navkirin. Evan kesan gava şîr vedixwin, laktoz di rûviya wan da nayê herîskirin û dibe sedema vijik û gazên rûvî. Li hin herêman, mirovên gihîştî vexwarina şîrê her wekî dema zaroktiya xwe didominin, derdana laktaz jî di laşê van însanan da didome, loma nexweşiya kêmtolerensiya laktozê li nav van însanan gelek kêm e.

Mirovên bi nexweşiya kêmtoleransiya laktozê ketine, di rûviyê wan da enzîma laktaz a ji bo heriskirina laktozê çênabe. Dema di nav rûvî da laktaz kêm be, wê gavê laktoz nayê heriskirin. Bakteriyên nav rûvî, laktozê dimeyinin (tirş dikin). Bi meyandina laktozê gazên wekî karbona dîoksîd, hîdrojen û hin asîd çêdibin. Ji ber ko laktoz di rûvî de dimîne, pestoya osmosiya nav rûvî zêde dibe, av ji dorhêlê bi difuzyonê dikeve nav rûvî. Zêdebûna av, gaz û asîdan zik û rûviyên mirov diwerîmîne û diêşîne. Li gel van nerihetiyan, dibe ko mirov vijikî jî bibe.

Girêdanên derve

biguhêre