Çêja şîrîn yek ji pênc corên çêjê ye.

Ji bo naskirina çêja xurekê, divê xurek di nav lîkê de bihele û bikeve nav çêjegopkeyan.
Rêbaza hesteveguherandinê di xaneya çêjewergir a bo çêja şîrîn.

Mirov bi navbeynkariya xaneyên çêjewergir, çêja xurekan ji hev derdixe. Xaneyên çêjewergir, li gel xaneyên palpişt û xaneyên binçîne, di nav çêjegopkeyan de cih digirin[1]. Bi eslê xwe xaneyên çêjewergir demarexane nîn in, xaneyên rûkeş in[2]. Çêja xurekan bi navbeynkariya kîmîkewergirên xaneyên çêjewergir tê nasîn. Ji bo naskirina çêja xurekê, divê xurek di nav lîkê de bihele û bikeve nav çêjegopkeyan. Her corek xaneya çêjewergir, bi rêbazek taybet molekulên çêjdar dinase. Pênc çêjên serekî ji aliyê çêjewergirên mirov ve tên nasîn. Evan; çêja şor, çêja tirş, çêja tal, çêja umamî û çêja şîrîn e[3].

Bi gelemperî awêteyên endamî (bi îngilîzî: organic compounds) dibin sedema çêbûna hestê çêja şîrîn[4]. Glukoz, fruktoz, sukroz, glîserol, alkol mînak in ji bo awêteyên kîmyayî ko ji aliyê çêjewergirên bo çêja şîrîn ve tên naskirin.

Wergirên çêja şîrîn, corek ji “wergirên bi proteîna-G ve gêrêdayî” ne[5]. Şekirên nav xurekan, yên wekî glukoz, fruktoz, sukroz di nav lîkê de dihelên. Bi vî awayê li derdora çêjegopkeyan de xestiya molekulên şekir zêde dibe. Molekula şekir gava rastê wergira guncav a li ser parzûna xaneyê te, bi wergirê ve girê dibe. Piştê girêdanê , proteîna-G ji wergirê diqete. Serbestmayina binebeşên proteîna-G, adenîl sîklazê çalak dike, bi vî awayê di nav xaneyê de rêzereaksiyonan dide destpêkirin. Adenîl sîklaz, adenozîna sêfosfatî (Adenosine triphosphate (ATP)) han dike ko biguhere û ji wê, molekula cAMP peyda bibe. Molekula adenozîna yekfosfatî ya sîklîk (bi îngilîzî: cyclic adenosine monophosphate (cAMP)) di nav xaneyê de wekî peyambera duyem kar dike. cAMP cogên potasyumê(K+) digire û berevajîbûna cemsergiriya xaneya çêjewergirê dide destpêkirin. Li dawiya van gavan, ji xaneyê demareguhêzer tê derdan[6]. Ev rêbaz ji bo wergirtina çêja şîrîn a şekirên asayî ye. Lê ji bo çêja şîrîn a ji madeyên din, wergirek din a ji wergirên bi proteîna-G ve giredayî çalak dibe. Wekî mînak, sakkarîn şîrîndarek çêkirî (sentetîk) ye. Gava sakkarîn bi wergira çêja şîrîn ve girê dibe, di nav xaneya çêjewergir de enzîma fosfolîpaz C çalak dike ko IP3 (Inositol trisphosphate) û DAG (diacylglycerol) berhem bike. Bi zêdebûna IP3, retîkûlûma endoplazmî kalsiyum (Ca+2) der dide nav sîtoplazmayê. Herwisa zêdebûna DAG jî dibe sedema çalakbûna PKA (Protein Kinase A). PKA cogên potasyumê digire. Ev rewş berevajîbûna cemsergiriya xaneya çêjewergir dide destpêkirinê û ji xaneyê demareguhêzer tê derdan[7]

Derdana demareguhêzer, demarexaneya hestê çalak dike. Demarexaneya hestê sînyalên kîmyayî yên ji molekula çêja şîrîn, bi şêweyê demareragihandin ber bi demax ve dişîne. Sînyalên çêjtinê pêşî digihîjin talamusê, ji wir jî tên guheztin bo navenda çêjtinê ya tûkila mejî[8].Têgihîştina çêjtinê di mejî de peyda dibe.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.
  2. ^ McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  3. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  4. ^ Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  5. ^ Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.
  6. ^ Purves D, Augustine GJ, Fitzpatrick D, et al., editors. Neuroscience. 2nd edition. Sunderland (MA): Sinauer Associates; 2001. Taste Receptors and the Transduction of Taste Signals. Available from: https://www.ncbi.nlm.nih.gov/books/NBK11148/
  7. ^ Purves D, Augustine GJ, Fitzpatrick D, et al., editors. Neuroscience. 2nd edition. Sunderland (MA): Sinauer Associates; 2001. Taste Receptors and the Transduction of Taste Signals. Available from: https://www.ncbi.nlm.nih.gov/books/NBK11148/.
  8. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,