Dîlana girseyî ya Şûşayê

Dîlana girseyî ya Şûşayê, dehhezar bûk, dîlana ku ji aliyê Îskenderê Mezin ve li bajarê Şûşayê hatiye kirin re dibêjin.

Îskenderê Mezin di çileya 324 BZê de, 10.000 keçikên Kurd bi darê zorê li eskerên xwe belavkir. Li bajarê Şûşê dîlanekê lidarxist ku rojavayî jê re "Dîlana Girseyî" dibêjin. Lê di rastiyê de ne dîlan, lê qiyamet bû.

10.000 keçikên key, mîr, rewşenbîr û oldarên civakê wê rojê ketibûn sekerata mirinê. Gorî baweriya Zerdeştiyê kuştin û xwekuştin heram bû. Keçên Kurd wekî yên Geliyê Zîlan û Dêrsimê dixwestin xwe ji terazîn û beyaran re bavêjin, lê mixabin ola Zerdeştiyê destûr nedida. Hinekan dîsa jî jehr vexwarin û dawî dan jiyana xwe.

Zewac ji hêla Îskender ve wekî hewcehiyek hate dîtin da ku hîn bêhtir têkiliya Aryan û Grekî pêşve biçe. Wî bi xwe du jin, Stêra (bi grekî Stateira) keça Dara (Darius), û Perîzade (Parysatis) ji xwe re veqetandibû û wê rojê bi wan re zewicî. Jinên wî yên ji kurdan bûbûn sê (bi tevî Roşanê).

Dîroknasê Brîtanî Tarn ew zewaca bi darê zorê, wekî hewlek "yekîtiya mirovahiyê" dinirxîne. Lê gelek dîrokzanên nûjen ên din ên wekî Badian an Bosworth vê yekê red dikin û dibêjin ya Grekiyan kiriye barbarî ye.

Dirpêt a keça Darayê IIIem, ku Îskender wê diyarî dide hevalê xwe, bi xençera ku di nava kirasê xwe de veşartibû, hevalê Îskender birîndar dike. Zilam namire û Dirpêt tê êşkencekirin. Amastêr a biraziya Dara jî ku dabûn Krateros, heft salan xwe kerr û lal dike, naaxive.

Pîrozbahî û ev dîlana girseyî pênc rojan dom kir. Îskender û mêvanên wî yên rûmetê li şaneşîneka mezin dîlan temaşe dikirin. Bo sedhezar kesî xwarin hatibûn amadekirin. Sofreyên xwarinê ji koşk serayên Axameniyan hatibûn dizîn. Hawirdor bi xalîçeyên binefşî hatibûn xemilandin. Li ser hin xaliçeyan xemlên zêr-zîvîn hebûn. Perdeyên biha li dora konan hatibûn daleqandin. Destpêk û dawiya vê pîrozbahiyê bi teqîna boriyê dihat ragihandin. Şanoger û reqasên ji Hindistanê dîl hatibûn anîn, ji bo şahiyê trajedî û komedî pêşkêş kirin. Muzîkjenan li bilûr û amûrên din dan.

Dîlana girseyî li gorî rêûresma Aryaniyan dihatin pîroz kirin. Zava li ser kursiyên ku ji wan re hatine amadekirin rûniştin û vexwarinek vexwarin, li ser vê yekê bûk xuya bûn, bi mêrên xwe yên diyar re rûniştin. Kîjan bûk bihata xwe davêt erdê diqîriya, dizariya, lê eskeran dest dixistin qirika wan ew didan rûniştin û zavayan bi zorê maçek ji wan distend.

Gorî hin dîroknasan, ji wan 10.000 keçên kurd, tenê 200-300 bi qedera xwe razîbûn. Pirraniya wan di riya vegera Makedonyayê de, yan piştre hatin kuştin an wekî kole hatin firotin.

Çavkanî biguhêre