Cynthia Morris Sherman (jdb. 19ê kanûna paşîn a 1954an) hunermendek amerîkî ye ku xebata wî di serî de ji xwe-portreyên wênekêşî pêk tê, xwe di gelek çarçoveyên cûda de û wekî karakterên xeyalî yên cihêreng nîşan dide. Ew bi taybetî bi rêze wêneyên xwe tê nasîn, ku tê de bi pirsên nasnameyê, rolên civakî û fizîka jin ve mijûl dibe.

Cindy Sherman
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre (70 salî)
Glen Ridge (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê rastî
Cynthia Morris ShermanLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Perwerde
Buffalo State University (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Wênegir, derhênera fîlman, women's rights activist, rejîsorLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevjîn
Michel Auder (en) (ji heta )Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Qada xebatê
Wênegirî (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Endama
American Academy of Arts and Letters (en)
Royal Academy of Arts (en)
Akademiya Amerîkî ya Huner û Zanistî (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Tevger
Feminist art (en), abject art (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Représentée par
Skarstedt Gallery (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şêweyên hunerê
Portre (en), self-portrait (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xelat
Lîsteya berfireh
MacArthur Fellows Program (en)
Goslarer Kaiserring
Guggenheim Fellowship (en)
Hasselblad Award (en) ()
Praemium Imperiale (en) ()
Wolf Prize in Arts (en) ()
Time 100 ()Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xebatên navdar
Untitled 96 (d), Untitled 153 (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Yekem xebata wê ya pêşkeftî bi Untitled Film Stills çêbû: Ew ji 70 wêneyên reş-spî pêk tê û Sherman tê de rolên jin ên tîpîk ên medyayê vedibêje (bi taybetî ji fîlmên hunerî û fîlmên B yên populer) . Di salên 1980î de, wê fîlmên rengîn û çapên mezin amade kir û bêtir bal kişand ser cil, ronahî û derbirrîna .

Kurtejiyan biguhêre

Cindy Sherman li Glen Ridge, Nû Jersey wek zaroka herî biçûk a 5 xwişk û birayan ji dayik bû û li Huntington, New York mezin bû. Bavê wê berhevkarê kamerayan bû û wekî endezyar xebitî û diya wê jî mamoste bû. Di deh saliya xwe de kameraya xwe ya yekem girt. Di payîza sala 1972an de wê li Buffalo li Beşa Hunerê ya Zanîngeha Dewletê ya New Yorkê dest bi xwendinê kir. D destpêkê de bi resim, xêzkirin û peykersaziyê re eleqedar bû; lê wê zû wênekêşî wekî navgîna hunerî keşif kir. Di sala 2012an de katalogek ji karên wê yên wênekêş ên ku li zanîngehê hatin afirandin hate weşandin.[1] Di sala 1974an de, dema ku ew hê xwendekar bû, wê digel Charles Clough û Robert Longo li Buffaloyê galeriya Hallwalls ji bo hunermendên serbixwe damezrand. Ew galerî îro jî heye û wê li wir di sala 1976an deyekem pêşangeha xwe lidarxist. Sherman îro wek endama Pictures Generation tê hesibandin, ku Louise Lawler, Barbara Kruger, Sherrie Levine û Richard Prince jî dikevin nav.[2]

Piştî qedandina zanîngehê di sala 1976an de, Sherman mala xwe bara bajarê New Yorkê kir û hê jî li dijî û kar dike. Ew du caran bi hunermendê vîdyoyê Michel Auder re zewicî, lê her du zewac bi hevberdanê bi dawî bûn. Auder yekane kes e ku ji bilî Sherman bi xwe di wêneyên wê de xuya dike.[3] Ji sala 2007an heta 2011an Sherman bi muzîkvan David Byrne re bû.[3] Zarokên Sherman tune.

Wêneyên Sherman di warê wênekêşiyê de ji berhemên herî biha yên bazara hunerê ne. Di sala 2007an de, wêneyeke wê di mezadê Christie's de bi 2,85 mîlyon dolarên amerîkî hate firotin.[4] Di sala 2012an de, Muzexaneya Hunera Nûjen a New Yorkê pêşangehek mezin bi navê Cindy Sherman. A retrospective pêşkêş kir.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Gabriele Schor: Cindy Sherman: Das Frühwerk 1975-1977 Catalogue raisonné, Hatje Cantz, 2012, ISBN 978-3-7757-2980-2.
  2. ^ Douglas Crimp: Pictures. In: October, 8 (Frühling 1979), S. 75–88, hier S. 80.
  3. ^ a b "Cindy Sherman: Me, myself and I". the Guardian (bi îngilîzî). 15 kanûna paşîn 2011. Roja gihiştinê 8 kanûna pêşîn 2022.
  4. ^ Seite des Auktionshauses mit einer Liste von Werken, abgerufen am 14. November 2011