Cihan Sincar, siyasetmedara kurd û seroka şaredariya Qoserê ye.

Cihan Sincar
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Cîhan Sîncar di sala 1957an de li gundê Terê ya Omeriyan a Mêrdînê ji dayik bûye. Dibistana serete li gund xwendiye. Di sala 1976an de bi mebûsê kurd ku ji aliyê hêzên tarî ên dewleta Tirk ve hatkuştin, Mehmet Sincar re zewicî û dayika sê zarokan e. Di sala 1993an de li Çankaya navçeya Enqerê rêvebirtiya partiya DEPê kir. Piştre di nav damezirênerên HADEPê de cih girt û di vê partiyê de endamtiya meclîsê û birêvebiriya navendî a vê partiyê kir. Di hilbijartinên nîsana sala 1999an de û adara 2004an de bû namzeta şaredariya Qoserê û di herdu hilbijartinan de jî biserket û bû şaredara Qoserê.