Cengeya dîlanê, dorpişar, pişêriya Dîlokê, hûrkiriya dîlanê yek ji xwarinên di dîlanan de didin ser ên pêjgeha kurd e. Versiyona Dîlokê deng vedaye lê bêhtir herêma Tolhildanê tê xwarin. Li Mêrdînê jî bi qasî kutilka dîlanê nebe jî, di dîlanan de didin ser.

Li vir versiyona pişêriya Dîlokê tê dayîn. Di dîlanan de bi sîtilan xwarin tên çêkirin. Ev terîfe tenê bo 4 kesan e.

Berkelî (melzemeyên xwarinê) biguhêre

  • 1/2 SA (stekana-qedeha avê) nok
  • 500 gr tîkegoşta hestiyê bêrokê (hestiyê pîlê)
  • 1 SA ava bi simaqê yan ava lîmonê
  • 500 gr bacan
  • 2 fringî (bacanê sor, pamîdor, tomatos) an merge (li ser daxwazê hûn dikarin kêm am zêde pamîdoran bikarbînin)
  • 4 bîberên teze
  • 4 dd (dendik) sîr
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)
  • 3 SA av

Bo rûyê wê:

  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) pûjan (nane, tihtavik)
  • 2 KX rûnê malê

Ravek biguhêre

Jê êvar de nokan bikin nava ava germ, bi qasî 7-8 katjimêrî bihêlin bila nermijî bibe. Bi tevî tîkegoştê bidin ser agir, avê berdinê, heya nemirjî bû bikelînin.

Bacanan bi belekî spî bikin (qalikên wan bigirin), bikin 4 parçe, dirêjkî hûr bikin, bikin nava şoravê bila bi qasî 20-25 deqeyan bimînin. Paşê pakij bişon. Bîberan hûr bikin. Qalikên fringiyan bigirin, wan jî hûr bikin.

Bacan, fringî (yan jî merge), bîberên hûrkirî berdin ser goşt, ango quşxaneyê, xwê pê werbikin. Sebze bi nîvcoyî keliyan, sîra kutayî û ava simaqê berdin ser, bila bikele.

Kelîn bidawî bû, ji ser agir daynîn, xwarinê li binikên servîsê parve bikin. Di rûnbirêşkê de rûn biqijilînin, Naneyê tevlî bikin, bêî ku bişewite (kêmtirîn 1 deqe), sor bikin, berdin ser binikan.