Cecoxan
Cecoxan serdarê milî yê kurmanc menteqa kurmanc, bakura rojhilat ya Îranê bû.
Li menteqa kurmancên Bakurê Xorasanê jî xelk bi rêberiya Cecoxan sa parastin ji xwestên heqanî yên meşrûteh serhildan çêkirin. Cecoxan serdarê milî yê kurmanc (Bakurê rojhilatî Îranê) li ciwaniya xwe bavê xwe ji dest da (bav rehmetî bû). Li zemana înqilaba meşrûte li sala 1906an a zayînî / mîladî hikûmeta adî û mihelî ya kurmanc mesûlîyeta tarîxî /dîrokî ya bavê wî dane wî, bi vê rêya ew bi resmî bû hikumranê / serokê menteqa kurmanc bi merkezîyeta Miyankûh. Li wê wextê Ûrisiyet û inglîz li ser tesmîmgirtin /biryargirtin yên Îranê tesîrdar bûn. Cecoxan ji dû demekê da talaş kir ku merkezîyeta hikûmeta mihelî ya kurmanc biguherîne şehrî Qoçanê (ku merkeza tarîxî ya hikûmetên mihelîye kurmanj ji sala 1610,î zayîvî pê va bû) daku resmen hikûmeta îyaletî – welayetî ya meşrûte li menteqa kurmanj élanbike, û bi vê rêya hêzên milî û qomî li dijî ûrisan ku menteqa kurmanc dagîrkiribûn, kom bike da ku wan mecbûr bi terkkirina Îranê bike.
Ji dû bombaran kirina herema Îmam reza, ûrisên Tizarî ku serdarê milî yê kurmanj însanek qewî û bêtirs û li dijî hedefên êrêşa xwe didîtin li rêya girtina wî derketin. Cecoxan bi hemkarîya sitûn pêncim (alîkarên Mohemed Alî Şah ku dijberê dimokrasî ya meşrûteh bûn) carekê hate girtin lê çinku ew serdarekî pir ostakar û qewî bû bi zîrekî û hoşmendî û çelengî ji bendîxana Orisan revî.
Cecoxîn xebata xwe li dijî Orisan
biguhêreCecoxîn xebata xwe li dijî Orisan (hêzên bêgane yên li dijî dimokrasî û azadî li Îrana meşrûte) û Mohemed Alî Şah yê ji hikûmetê berkinar kirî ku li sifaretxana (balyozxane) Orisan penaber bûbû (hêzên hundir welêt yên li dijî dimokrasî û azadî li Îrana meşrûte) berdewam kir û li qereqûl û meqerên wan li menteqê û xeta serhedê (Bakûra rojhilat ya Îranê) êriş dikir û efser û serbazên Orisan (Selatên Orisan) yên dagîrger digêhandine cezayên karên xwe, tifang û yaraqên wan jî li nav siwarên xwe û qoşûna kurmanj pareva dikir daku ji xwe difa kin.
Orisan bi resmî ji hikûmeta wê wextê ya Îranê xwest ku Cecoxan, ev rêberê timêşe qehreman û camêrê natirs û navdarê hêja yê kurmanj, destgîr kin, lê doletê jî gotibû ku alîkar û piştgîrên wî li menteqê pir in û va kara ji dest me nêye. Ji dû vê encama da Orisan gişt hêzên xwe li dijî Serdarê milî kurmanj, amade kirin û şandine teqîba wî. Van teqîban jî ti eser nekirin. Cecoxan rêberê natirs û naskirî yê meşrûtexwazî kurmanj, dostdarê miletî kurmanj û Îranîyekî li dijî Orisan (dagîrgerên bêgane yên li dijî dimokrasî ya meşrûte li Îranê) bû ku ji alîyê xelkî menteqê û piştgîrên nizama meşrûte ya Îranê dihat hezkirin.
Cecoxan dost û yawerê zehmetkêşan û sitemdîtîyên kurmanj û xelkên mehrûm yên Îranê bû û sîstima dimokrasî ya meşrûte mîna hikûmeteke pareva kirî (qismek fidiralîsm a menteqeyî li wê çaxê) sa Îrana çend milîyetî ra minasib dizanî ku ji rêya wan xwestên bi heq û qanûnî yên xelkî Îranê bi cîh dihat.
Cecoxîn rêya azadî
biguhêreCecoxîn rêya azadî û beraberî ya milî bi agahî, elaqe û girîngî hilbijart, canê xwe fedayî hêjayîyên modêrn yên civakî (îctimayî) û azadkirina xelkî xwe kir. Navî Cecoxîn bi rindî û qencî li tarîxa menteqê Kurmanc û Îranê mîna roya bi tav û tîn (têhn) heta dûmê dinê ronahî û şewq dide. Cecoxîn dixwest ku mafên (heqên) ferhengî, sîyasî, aborî (êqtesadî), milî (neteweyî), û … yên xelkî kurmanc û der esil êhtiram (rêz) li beraber – hiqûqî sa gişt milîyetên îranê li bin hikûmeta parevakirî ya meşrûta Îranê (fidiralîsma adî ya îyaletî – wilayetî) da pîyade bike. Cecoxîn talaş kir daku bi bêhinfrehî û layîq bûna xwe, li ser şîwa zindigî (şîwaza jîyana) xelkî xwe li doza rifah û serfirazî û bêhtir kirina jîyana wan, û nicat û xelas kirina wan ji bê–edaletî ya hakimên mostebid, û destxistina serbilindî û payebilindî sa tîke milîyeta kurmanc (pare milîyeta kurmanc / parçe netewa kurmanc) li menteqa bakûra xorasanê bi tesîr û karsaz bibe.
Mirin
biguhêreCecoxan bi qowet girtina dijberên azadî û dimokrasî li Îranê, û bi xîyaneta ostûna pêncim ya li dijî meşrûte ku bi alîkarîya Orisên dagîrger (îşqalger) hatibûn, li meha Behmen ya sala 1290,î ya rojî (1911,an ya zayînî) li çîyên tijî berf yên Axmezar û Êspîyanê (Bakûra rojhilat ya şehrî Qoçanê), bi mezlûmî û canesarî sa destxistina heqên milî û ferhengî yên xelkî kurmanj, û rêz û hurmetkirin li xelk û welatî xwe bi destên dagîrgerên Orisan hate kuştin û çu dilovanîya xwe, û canê xwe mezlûmane feday azadî û dimokrasî ya meşrûte li Îranê kir. Herçend ku Cecoxîn bi talaşên bêguman û newestîna xwe negihêşte erman (armanc) û qesd û arizûya xwe ku ewana: azadî, beraberî, îftixar û êhtiram danîn bi nasnameya milî kurmanc, serfirazî û rifah sa xelkî wê menteqê bûn, lê rêya serbilindî, rûmet û bîhnpakîyê sa bi dest xistina ev tiştên mohim sa nesilên dû xwe dûz û serast kir û rênema bû. Ruhê pakî Cecoxîn li asmanê menteqa kurmanc ya Bakûra Xorasanê difirîye û digerîye û bi dengî bilind û bangê bihîstinê, dilxwazane teqela dikê û digerîye.
Cecoxan, herçend ku tu li nav me ninî lê xwîna te ya pak li nav reg û demarên ciwanên kurdê Bakûra Xorasanê diherikîye.
Çavkanî
biguhêre- Hereket tarîxî kurd be Xoresan. Bi zimanê farisî 6 berge, çend berg jê hatine çapkirin[çavkanî hewce ye]
- Pirtûkê Cecoxanê Deregezî, Haşim Ferhadî[çavkanî hewce ye]