Cami'e elhikayet


Camiu'l-hikayet, Cami'e elhikayet nav pirtûka Cami’eya Rîsaleyan û Hîkayetan ya Mele Mehmûdê Bazîdî cih digire.

Cami'e elhikayet
Nivîskar Mele Mehmûdê Bazîdî
Rûpel 108

Ev berhem ji çil çîrokan pêk hatiye û 108 rupel in. Ev çil çîrok xwediyê hinek taybetmendiyan in û wekî ew çîrokên ku em dizanin nîn in. Ew hemû ji bûyerên rasteqînî yên di nav xelkê Kurdistanê de qewimî ne pêk hatine. Mele Mehmûdê Bazîdî ew bi wersiyona di nav xelkê de tê gotin nivîsandine û ew kirine çîrok û bi awayekî xweşik û hêja pêşkêş kirine. Ew navên kesan, gundan, ciyan û heta tarîxên tê de hatine bikaranîn, hemû yên rasteqînî ne. Ji ber vê yekê ew ji çîrokên ku tê zanîn cihê ne. Her yek ji wan li ser serpêhatî yan bûyerekê ye.

Çîrokên berhemêBiguherîne

Naveroka çend ji wan çîrokan ev in: Çîroka yekê, di der barê tamahiya melan a ji bo malê dinê û menfeetperestî û ez û ezîtiya wan de ye. Çîroka çaran di der barê rêbiriya di Kurdistanê de û encamên wê yên di civatê de ne. Çîroka pênc û şeşan, rola pere û tamatiyê ya di mêjî û hundirê însanê de nîşan didin. Çiroka nehan, li ser meseleya Şêxî Begê mîrê Miksê û jina Mîr Şeref, Adîle Xanima (di pirtûka Sînan Hakan a bi navê Xan Mehmûd de Seadet Xanim e) seroka Kela Şaxê de ye. Ev bûyer bi awayekî belge di pirtûka lêkolînî ya Sînan Hakan a bi navê "Xan Mehmûd" (hezar destê birayê Sînan wi berdewam bin) derbas dibe. Kesê bixwazin dikarin về bûyerê bi awayekî firehtir ji vê pirtûk hîn bibin. Çîroka dozdehan di der barê bûyera Hesen (Hesem) Axa û Lalixana Goveyî de ne. Em dizanin ev serpêhatiya evîna van her du kesên navên wan derbas dibin, li seranserê Kurdistanê belave û tê zanîn. Bi taybetî li herêmên Serhedê ew wekî payîzok tê gotin. Malikek ji wê ku di bîra min de ye, bi van rêzan dest pê dike:

Destika Hopê xunav e wa xunav e
Jê derdikevin cotek gazên stûzirav e
Yekê wî Hesem Axayê min e
Ya dinê Lalixana bejnzirav e.

Çiroka bîst û duduyan, di derbarê zilm û zordestiya kurdên misilman a li ser file û kurdên êzidî ye. Çiroka sî û heştan, di der barê esîrgirtina gerokekî kurdnas ê frensî yê di sala 1219ê koçî (1804ê zayînî) de di qesra mîrê Bazîdî de neqil dike. Di hinek çîrokan de jî ew astengên jinên kurd tê de ne, radixe ber çavan. Tê de çîrokên li ser eşîretên weki rojkan, sipkan û birûkiyan hene.[1]

Bi Kurtî Çil ÇîrokBiguherîne

Çîroka yekemBiguherîne

Di der barê tamahiya melan a ji bo malê dinê û menfeetperestî û ez û ezîtiya wan de ye.

Çîroka duyemBiguherîne

Derheqê tima bûna teyfa xwendeyan.

Çîroka sêyemBiguherîne

Çîrekek li ser mela û tima bûna wî ye. Jina mela cilên wî xêra xwe dide feqîrek. Mela paşê aciz dibe û dibêje ez şîreta xelkê dikim lê nefsa xwe nakim.

Çîroka çaremBiguherîne

Di der barê rêbiriya di Kurdistanê de û encamên wê yên di civatê de ne.

Çîroka pêncemBiguherîne

Derbarê temaha meqam û dizîkuştinê ye. Welî paşayê Lezkî dixwazê reqîbê xwe Mihemed begê dizî bide kuştin.

Çîroka şeşemBiguherîne

Bazîdê di wextê Îbrahîm Paşa de pîrek heftî salî bi navê Delî Îsmaîl Axa heye. Îbrahîm Paşa alîyê aborî ve piştgirî dide. Lê carek wisa çêdibe Paşa piştgirî nadiye. Îcar Delî Îsmaîl Axa diçe mizgeftê bi kêrê Îbrahîm Paşa birîndar dike. Paswanê Îbrahîm paşa wî di mizgeftê de temam dikin. Paşê çi mirovên wî hebin wan jî dikujin. Mele Mehmûdê Bazîdî wisa çîrokê dawî dike; Tayifeyêd ekrad wehe bê aqil in, dumahiya şûlê mulahaze nakin, her çi bête eqlê wan illa dikin. Mêr bin û jin û zarok û xema wan da nînin.

Çîroka heftemBiguherîne

Çîrok derheqê dijminahîya di navbera tayfeyêd ezdiyêd kurdistanê û qisim mela û feqehên de ye.

Çîroka heştemBiguherîne

Çîrokek evînî ye. Barnik û Poloyê rûs(keçel,feqîr) hevûdu dihebînin. Lê bav Barnikê nadê Polo dide Şemas. Polo rojek riya Şemas digire. Polo wî vexwînê meydanê mêrxasîyê û dibêje ku kî bikare kî yê Barnik jê re bimîne. Polo û Şemas hevûdu dikujin. Kes xelas nabe. Barnik seh dike Polo temam bûye ew jî jehrê vedixwe xwe dikuje.

Çîroka nehemBiguherîne

Çirok derheqê hesudîyê ye. Îbrahîm Xan Mîrê Hekaryan. Dixwazê Şexî Begê Mîrê bide kuştin. Lê mixabin destê wî nakeve. Paşê dekûdolabek difikire. Xwuhek wî jinebî heye, Adîle Xanim û piştî mirina merê wê Kela Şaxê hakim bûye. Îcar Îbrahîm peyamek virekiriyê xuha xwe Adîle xanim ku terzekî Şexî Begê bîne cem xwe wî bikuje. Adîle xanim peyamek dişîne Şexî beg dibêje ez dixwazim te mar bikim. Şêxî beg qebul dike û diçe Kela Şaxê. Adîlê Xanim wî şeklekî dide kuştin.

Çîroka DehBiguherîne

Fileyekî Eleşkirê heye. Navê wî Xelîl Beg e. Diçe Istanbul wir misilman dibe. Li ber çavê dewlet mirovek mequl dibe. Dewlet mîretîya Eleşkîrê dide Xelîl begê lê axayên Bazîdê çavnebarî wî dikin. Dibêjin Kure filayek çawa dibe mîrê Eleşkîrê. Pişt wî Hesen beg tiştên nexweş dibêje. Ev xeberdan diçe guhê Xelîl Begê. Xelîl Beg bi şeklek aqilane serê Hesen Begê lir ber xwe ditewîne.

Çîroka YanzdehBiguherîne

Ev çîrok du tişt berewird dike hêza sîyasî û hêza pare. Paşayek heye çikas xwedîye heza sîyasî be jî feqîr e. Axa û begên derdor ji wî dewlettir(zengîntir) in. Jina paşa, jinên Axa û Began diheside û diçe dibeje paşayê mêrê xwe: Tu paşayî lê zer û zîbên xelkê ji min zêdetir in. Lîbasên wan ji min çêtir in. Ev çawa paşatîye. Paşa ji bo jina xwe lîstokek çedike. Dibeje Axa û Begên derdorê xwe: Sibe werin domedorê kelê bigirin. Dibe sibe jina Paşê radibe ji pencere dinêre siwaran domedorê kelê girtine diçe paşa hişyar dike û mesele jê re dibêje. Paşa dibêje here zer, zîb û lîbasên xwe bide wan bila herin. Jinik dibêje: Ew bi van tiştan naçin. Bi vî avayî Paşa şîretek dide jina xwe. Encama çirokê hêza sîyasî her tim ji hêza pare mêzintir e.

Çîroka DonzdehBiguherîne

Çîrok derheqê xepandin û evînê ye. Çeleng Axa ji bo birayê xwe Hesen Axa diçe jinxwestinê(Lalîxan). Lê wexta Lalîxanê dibîne dilê wî dikeve. Paşê debûdolobek çêdike. Wisa dike birayê wî ji Lalîxanê sar dibe. Piştî Hesen Beg bedewîya Lalîxanê dibîne fam dike ku wî xapandine. Wê rojê şûnda mala xwe terk dike û diçe. Heta hetaye kes şopa wî nabîne.

Çîroka SêzdehBiguherîne

Varyantek destana Sîyabend û Xecê ye.

Çîroka ÇardehBiguherîne

Wexta Ebdurrezaq beg mîrê Xoşabê bûye. Kesek bi navê Îbrahîm Beg di wê heremê de gelek meşhûr bûye ku tenê 16, 17 salî bûye. Gelek camer bûye û gel jê gelek hez kiriye. Lê ev ne keyfa Ebdurrezaq begê Xoşabê bûye. Mirada kuştina Îbrahîm beg kiriye. Wî vexendîye kela xwe û bi namerdî wî kuştiye.

Çîroka PanzdehBiguherîne

Çîrok derheqê zalimbûna, xwûnxwarbûna Şêx Ehmedê Çiplaq e. Bi rîyên qirêj mîrektîya Xelatê dest xistiye. Hin kes ji zilm û zordarîya Şêx Ehmedê Çiplaq revîne û çûne cem Îsmaîl Begê ku mîrê Elcewaz bûye. Mîrekî zêde zêde aqil û ehlê însaf bûye. Şêx Ehmed ji vî rewşî aciz bûye û xwestîye Îsmaîl begê mexlûb bike lê jê nehatîye. Şêx Ehmed bo kuştina Îsmaîl begê bûye hevalê wî. Rojek gotîye min te di xewna xwe de dîtiye ku ez tû bûne birayê axretê bi vê terzê Îsmaîl beg daye bawerîye. Di dawîyê de rojek çûye mevantîya Îsmaîl Begê û di kela Îsmaîl begê de wî bi lîstokek qirêj daye xençerkirin û kuştiye. Mîrektîya Elcewazê jî dest xistiye. Lê dawîyê kurê îsmaîl begê Sadiq beg mîrektîya Elcewazê dîsa jê standiye.

Çîroka ŞanzdehBiguherîne

Ev çrok jî derheqê Şêx Ehmedê Çiplaq e. Em dikarin bêjin dewama çîroka panzdeh e. Şêx Ehmed vê carê bela xwe daye Mîrektîya Bitlîsê ku destê Selîm Paşayê rojkî bûye. Şêx Ehmed bi gelek pareyan çûye Erziromê û mîrektîya Bitlîsê standiye û dijî Selîm Paşayê leşkeran top kiriye. Di dawîyê de Bitlîsê dest xistiye. Paşê Şêx Ehmed çûye Mûşê û li sarayê rûniştîye. Selîm paşa û çend hevalên wî jî revîne kela Sasonê. Selîm Paşa ji vir peyamek şandîye xwûşka xwe Sultan Xanimê ku li mûşê sekine. Gotîye bi tarzekî min vî Şêx Ehmedî xilas bike. Sultan Xanim gazî fileyek kiriye û gotîye vî varelekê barutê bixe saraya Şêx Ehmed û şêv mala wî berhewa bike. Mexoyê fille wisa kiriye û Şêx Ehmed û çend hevalên wî kuştine. Paşê Selîm Paşa dîsa vegerîyê û mîrektîya xwe dest xistiye. Gelek pare daye vî filehî. Piştî mirina Şêx Ehmedn birayên wî Şêx Mihemed Beg û Şêx Mistefe dest datînin mîrektîya Xelatê. Ev her dû bira jî wek Şêx Ehmed belkî bedtir zilm û zordarî kirine lê dawîyê xelat ji wan re jî namîne. Gelê wir ji vê malbatî xilas bûne.

Çîroka HivdehBiguherîne

Neqil dikin di gundê Herîrê de rispîyek Elî Nasiran hebûye. Rojekî kesek bi navê heydar ku bîyanîyê bûye mevanê wan. Ev dîtiye malbata ha gelek dewlemende ji bo vê yekê li wir bûye şixulkerê wan. Lê ev û yek ji bûka malê hev û du hebandiye. Bûka malê jehr xistiye xwarinê da ku tevahîya malê bimirin da ku hemû dewlemendî ji wî û Heydar re bimîne. Kesên wî xwarinê tam kirine tevahî telef bûne. Lê gundî fam kirine ku ev karê bûkê ye. Wî girtine û kuştine. Heyder xwe xilas kiriye. Piştî we wextî kesek ji wê gundî mevanek bîyanî xwedî nekiriye.

Çîroka HişdehBiguherîne

Mela Osman ji eşîra Xanîye xwestiye here Cizîrê lê zivistan bûye. Zêde berf hatiye û şev bûye nekarîye biçe Cizîr. Çûye gundê Kahê ku ser riya wî bûye. Şêv mizgeftê maye. Lê berîya wî kesek mexrebê miriye nekarîne wî veşerin. Mela Osman dibêje qey ev mirî jî wek wî mêvan e. Herwiha Melayê mizgeftê jî wexta tê mizgeftê mela osman dîtiye gotîye qey mirî sax bûye ji bo wî tirsaye û ji xwe çûyê ketiye we erdê.

Çîroka NuzdehBiguherîne

Çîrok derheqê parastina namûs û dilêrbûna Gûsel Xatun e. Xulame wê Kirêt dilê xwe bo Gûzel Xatunê xira kiriye. Gûsel xatun bi kêrikek wî kuştiye û xwe jê xilas kiriye.

Çîroka BîstBiguherîne

Çîrok derheqê gaza Koroxlî ye.

Çîroka Bîst û YekBiguherîne

Ji hertuşiyan ji mala axayêd Girawyan mirofekî qewî zêde reşîd û camêr peyda bûye, navê wî Şekir Axayê Şeng digotin. Di nav kurdan de gelek meşhur bûye. Ev tişt Mîrê Hekkariyê, mîre Wanê hetta Mîrê Erzêromê aciz kiriye. Şekir Axa bûye fermanlo. Çend cara hewil dane ku Kela Erakê ku bindestê Şekir Axayê bûye dest bixin lê mûmkîn nebûye. Mîrê hekkariyan Îbrahîm Xan vê carê bi şewaza xapandinê dibêje Şekir Axa 'ez dixwazim bibim mêhvanê te'. Şekir Axa qebûl kiriye. Îbrahîm Xan bi deh xulamên xwe yê bijarte re çûye wir. Wexta keysê xwe bi Şekîr Axa re anîne ev deh xulamên bijarte û Îbrahîm Xan, Şekir Axa bi namerdî kuştine. Mirov wexta vî cîrokê dixwîne gelek diêşe û bêhtir sedama rewşa a niha fehm dike.

Çîroka Bîst û DuBiguherîne

Di derbarê zilm û zordestiya Kurdan a li ser file û êzidiyan e.

Çîroka Bîst û SêBiguherîne

Çîrok derheqê bûyerek dizîyê ye. Çetecî Ebdullah Paşayê Erzirumê bi rengekî aqilane vê bûyere çareser kiriye. Her du kesê diz jî girtiye.

Çîroka Bîst û ÇarBiguherîne

Pêkenok e. Kesek bi navê 'Mam Bapîr' heye ku ji koçerên Dudêran ya Bohtan e. Mam bapîr kesek dewlemand e. Lê kêm cara çûye bajar û gundan. Carek bo karekî hatiye gundê Berêspî û du sê rojan wir mevan bûye. Roja înê, meja înê heye-xutbe tê xwendin- lê Mam Bapîr tu carî xutbe nedîtiye. Navên di xutbeyê de tê xwendin mîna Hesen, Huseyîn, Ebas, Hemze dibêje qey navên cîranên wî ne. Ji bo vê yekê dixwaze navê wî jî di xubeya înê de bê xwendin. Çîrok vî avayî didome. Dawîyê Mela û kesê Mam bapîr mevan kirî wî xapandine û jê sî pez standine.

Çîroka Bîst û PênçBiguherîne

Ev jî pêkenok e. Kesek bi navê Sîso heye ku ji eşîra Brûkan e. Pezê xwe biriyê Istanbolê ji bo firotinê. Rojekê Sultan Murad û arîkarên wî cilê xwe guherandine û wisa çûna nav gel û li hemberî Sîso hatine. Sîso gelek qadir û qîmet daye wan. Sultan jî, wî bo mala xwe vexwendiye lê nasnameya xwe jê xef kiriye. Sîso bi şûnde dawe dîtîne wan kiriye û çûye mala wan. Bûyera eseh a çîrokê ji vir dest pê dike. Evên ha ji bo Sîso qehwe tînin. Lê Sîsoyê reben tu carî qehwe ne dîtiye û ne jî bihîstiye dibêje qey qehwe şîrekî reş e. Di dawîya cîrokê de Siltan nasanama xwe eşkere kiriye û gelek dîyarî daye wî. Mirov ji vî çîrokî vê hîn dibe ku cahîlî çi nexweş e.

Çîroka Bîst û şeşBiguherîne

Ev çîrok li se namûsê ye. Çinar Axa Wanîye û kesek zêde camêr e. Ji bo karê xwe ye dewletê çûyê Bexdayê. Jina wî Leylê heye zehf spehî ye. Xanedaned Waniyan Îbrahîm Axa û leylê hev û du xef hebandine. Lê şûnde civat pê hesaye ku Îbrahîm paşeya ha şêv tê cem Leylê. Piştre kesek çûye Bexdayê bûye mêvanê Çinar Axa û halûmeselê jina wî Leylê jê re gotiye. Çinar axa hers bûye. Roja dîtir derhal çûye Wan e. Çend şev li ber derîyê mala xwe bi xef nobetdar bûye. Şeva dawî dîtiye ku Îbrahîm Axa hatiye û ber kuleke re deng kiriye û derî ji mal ve jê re hatiye vekirîn. Çinar Axa jina xwe Leylê û Îbrahîm Axa di eynî odê de girtiye û wan kuştiye. Kes gazind ji Çinar Axa nekiriye. Tazîye jî nebûye. Li gor gotina Bazidî Kurd zêde zêde ber namûsa xwe dikevin. Paşeyê Wanê bang kiriye Çinar axa aferîn kiriye û xelat daye wî. Wî xistiye delîbaşîyê Wanê.

Çîroka Bîst û heftBiguherîne

Ev çîrok derheqê du eşîrê Kurdan e. Wextê Îbrahîm Xan Mîrê Hekkarîyan bûyî. Li deşta geverê ji eşîra Şikeftîyan, Îsmaîl Axa hebûye û ji eşîra Herkiyan, Terlan Axa hebûye. Îsmaîl Axayê Şikeftî û Tarlan Axayê Herkî dijminiya hev dikin. Di çîrokê de sedema dijmintîyê nanivîse. Îcar, li nik Terlan Axayê Herkî dizekî meşhûr bi navê 'Domo' hebûye. Tarlan Axayê Herkî Domo rêdike ji bo Îsmaîl Axayê Şikeftî bikuje. Lê Domo nikare Îsmaîl Axayê Şikeftî bikuje û tê girtin. Domo her tiştî îtîraf(mukir) dike. Piştre Îsmaîl Axayê Şikeftî bi heftsed sîwarê xwe re êrîşê Tarlan Axayê Herkî dike û wî jî dikuje. Piştî vê buyerê li navbera Şikeftî û Herkîyan de dijminiyek mezin çêdibe. Êdî li kû hev û dû dibînin erîşe hev dikin.

Çîroka Bîst û heştBiguherîne

Di wexta Sultan Ehmed de ji bajoraka Xoşnavê bi navê Mela Mihemed kesek zêde jêhatî û zîrek hebû. Lê gelek feqîr û jar bûye. Hevalên wî jê re dibêjin here Stenbolê û jehatîbûna xwe bi wan re bide nîşan dibe ku wazîfeyek an gundekî ji te re îhsan bikin. Mela Mihemed diçe Stenbol lê dike nake kes alîkarî nake. Paşê diçe ji xwe re cilkê filehan dide çêkirin û li xwe dike. Vî avayî diçe cem şeyxûlîslam. Dibêje ez filehim dixwazim bibim misilman. Piştî vê demê êdî zêde zêde îhsan li Mela Mihemed dikin.

Çîroka Bîst û NehBiguherîne

Li deşta Beşîrîyê ji eşîra Berezan du xurtê jêhatî hebûn bi navê Kerhê û Ehmê. Ev her du bira zêde reşîd, rimbaz, dilêr camêr yanê bêmîsal bûn. Talan birine gelek derî kes nekarî wan bişkîne. Heta Eyûp Axayê Milî nekarî wan têk bibe. Di dawî de Walîyê Helebê Namiq Paşa û Milan, Mirdasan, Berazan hevre bi alikarîya çekên modern wekî top dikarin her dû bira bikujin.

Çîroka SîhBiguherîne

Çîrok derheqê hesûdî û iftira ye. Axayê eşîra Zilan, Huseyîn Axayê Zilî kesek ji eşîra wî zêde camer hebû, digotin Ehmedê Feqî. Ew kehya bû û tevahiya karê Axê di destê wî de bû. Huseyn Axa heft bira û panzdeh pizmam hebû. Pismamên wî ji Ehmedê Feqî hez nakin û dixwazin bidin kuştin. Gelek derew û iftira ser wî dikin lê Huseyin Axa guh nade wan. Şûnde ev pismam diçin bi jinên ciwan yên Huseyn Axayê re diaxivin û dibêjin li ser Ehmedê Feqî iftira bikin. Ev her du jin jî diçin cem Huseyn Axa iftrira li ser Ehmedê Feqî dikin. Huseyn Axa çare namîne Ehmedê Feqî dide kuştin.

Çîroka Sîh û YekBiguherîne

Çîrok derheqê filehek e. Tê gotin berê emra û Axayên Kurdistanê zêde itibar û bawerî bi sedeqeta taîfeya filehan û re'yan hebû. Navmaltî û danustandinên mala mîran û began destê filehan bû. Kesek fileh bi navê Kelo hebû. Evî çil sal bû navmaltiya Mîr Izedîn Şêrê kirîbû. Di bûyerek de xayîntîya wî eşkere bû. Kelo diçe cem mîr dibêje 'ev çil sal e ava xusul û destmejê min ji te anîbû berê min mîztiye têde.' Mîr zêde aciz dibe û wî bixwe dide xençaran. Piştî vê bûyerê edî mîr û begên kurdan zêde itibar bi filehan nakin.

Çîroka Sîh û DûBiguherîne

Çîrok derheqê tecrûbeya hekîmek e. Navê hekîm Mîr Elî ye. Mîr Elî hekîmê Huseyîn Qulîxan e. Navbera Huseyîn Qulîxan û Paşayê Bazîdê Îshaq Paşa gelek baş bûye. Huseyîn Qulixan hekîmê xwe Mîr Elî virekiriye nik Îshaq Paşê da ku bibe xîzmetkarê wî. Mîr Elî qasê penc mehan li wir maye û hin bûyer çebûne lê kesek li wir nexweş neketiye. Peyama çîrokê ev e; Beden û sihheta ehaled Kurdistanê gelek xurt e. Nexweş nabin. Hewceyê dermanê nabin. Heta ku jehr jî tesîra bedena wan nake.

Çîroka Sîh û SêBiguherîne

Çîrok derheqê bûyerek li navbera eşîra Alikan mala Şeref Axa û teyfa erebê Gergeran mala Şêx Tarim e. Eşîra Alikan çaxê zivistan dibe konê xwe tênin li navbera Cizîr û Mûsil daditînin û dibin cîranê teyfa ereban. Şeref Axa rojek seredana wan dike û li wir tayrek dibîne. Şêx tarim vê tayrê daye Şeref Axa. Şûndê Şêx Tarim her du roja yek bi tim teyfa xwe ve diçe seredana teyrê xwe. Êdî wisa dibe Şerîf Axa îlallah dike û teyrê bi destê xwe xeniqîne.

Çîroka Sîh û ÇarBiguherîne

Derheqê Mîrê çepilzêrîn û kela Dimdim e.

Çîroka Sîh û PêncBiguherîne

Derheqê xapandinê ye. Dijwarê ciwan, jinbab û hezkiriyê wî bi xençerê temam dike.

Çîroka Sîh û ŞeşBiguherîne

Mirov dikarê navê vê çîroke berê mirazan dane. Rawendek(koçerek) feqîr, siwarek xerîb bi pîrozbûna berê mirazê ve dixapîne. Dest datîne cil û hespê wî.

Çîroka Sîh û HeftBiguherîne

Behsa çevbirçîtîya mirovan dike. Çîrokek li ser xezîne û defîneyên di kurdistanê de ye.

Çîroka Sîh û HeştBiguherîne

Di der barê esîrgirtina gerokekî kurdnas ê frensî yê di sala 1219ê koçî (1804ê zayînî) de di qesra mîrê Bazîdî de neqil dike. Di hinek çîrokan de jî ew astengên jinên kurd tê de ne, radixe ber çavan.

Çîroka Sîh û NehBiguherîne

Çirok derheqê tolhildanek e. Di sala 1824-1825 de serok eşîrê Sîpkan Silêman Axa û serok eşîrê Zîlan Huseyn Axa bi alîyê nayêbê îranê Ebbas Mîrza ve hatine vexwendin. Şûnde di pêşberî Ebbas Mîrza, Silêman Axa û Husey Axa de Xanê welatê Rewanê ji eşîra Ayromîyan Zeman Xan ji hesûdîya xwe tiştê nexweş gotiye Silêmana Axa û Huseyn Axa. Îcar, Silêman Axa ehd kiriye tola xwe ji Zeman Xanê hilde. Di dawîyê de Silêman Axa Zeman Xanê kuştiye û tola xwe hildaye.

Çîroka ÇilBiguherîne

Çîrok derheqê komek leşkerên Romê(Osmanî) ye. Ev kom serbixwe hereket kiriye û gelek zerar daye gelê heremên Romê. Navê vê komê 'Leşkerên Londan' e. Ser leşkerê Londan Hafiz Axa bûye. Şûnde ev kom fermanlo bûye. Paşê ev leşker çûne Akrê û hezkirine du şevan bibin mêvan. Wê demê Akrê li destê Mîr Şemdîn bûye. Mîr Şemdîn serê ewil ketiye dudiliyê lê paşê bi rihspîya re biryara telefkirina van leşkeran dane. Lê vê bûyerê karê herî mezin Melîke Xanimê keça paşayê Îmadiyeyê kiriye. Melîke Xanim bêkemasî rol kiriye û bi xêra wî karîne Leşkerên Londan têk bibin.

ÇavkanîBiguherîne

  1. Bazîdî, M. M. (2010). Cami'eya Riseleyan û Hikeyetan Bi Zimanê Kurmancî. (Z. Avci, Ed.) Istanbul: Weşanxaneya Lîs.