Payizok

(Ji Payîzok hat beralîkirin)

Payîzok, paîzok, pehîzok navê meqamekî stranbêjiyê li herêma Botan û Hekkariyê ye. Ev meqam di rewşên asayî de bêyî alavên muzîkê tê gotin. Di şêwaza gotinê de tişta balkêştirîn pêlpêlkirina deng di gewriyê de ye. Gelek stran û klamên dîrokî bi vî miqamî hatine gotin.