Burhan Karadeniz (jdb. 1973 li Amed - m. 2003 li Bochum, Almanya) rojnamevanê kurd bû.[1]

Burhan Karadeniz
Jidayikbûn1ê kanûna paşîn a 1973an
Mirin1ê kanûna paşîn a 2003an (30 salî)
Bochum, Almanya
EsilKurd
HevwelatîTirkiye
Pîşe
  • Rojnamevan li ser wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Xortekî ji qirna 90î bû. Xorteke çalak, zana û serwext bû. Dema rojnamevaniya xwe de li Amedê bi dest çekdarên dewletê yên veşartî ve hate birindarkirin û ji ber vê êrişê heta dawiya emrê xwe jiyana xwe li ser kursiyê gerê derbas kir. Burhan piştî birindariya xwe derket derveyê welêt û li nexweşxaneyên Almanyayê li çareseriya felca xwe geriya. Mixabin hate zanîn ku Burhan dê êdi nikaribe piyên xwe bikar bine.

Burhan bi jiyana xwe ya li ser kursiya gerê dest ji bawerî û xebata xwe berneda û xebata xwe berdewam kir. Destpêkê de li rojnameya kurdan ya li Almanya çap dibû xebat kir. Piştre bi destpêkirina weşana TVya kurdan MED TV, li wir karê rojnamegeriya xwe domand.

Televîzyonên kurdan hatin girtin û vekirin, nav guhartin lê Burhan her dem xebata xwe berdewam kir. Burhan li nav hemî tebeqeyen kurd de dihate naskirin û hezkirin. Ji karkeran, ji xwendevanan, ji şoreşgeran û ji rewşenbîran hevalên wî hebûn.

Wî li mala xwe tenê bi serê xwe mirin pêşwazî kir. Cenazê wî li Bochum bajarê Almanyayê piştî merasîmekê hate şandin bo Kurdistanê. Bedena wî li Amedê hate binaxkirin.

Çavkanî