Bojî (jdb. 2017), kûçikekî gerok e ku li bajarê Stembolê (Tirkiye) bi civakê re veguhastina navbajarî bi kar tîne. Bojî, rojane nêzîkî 30-40 kîlometre li bajarê Stembolê bi niştecihên bajêr re digere.[1]

Jiyana wî biguhêre

Bojî, heywaneke ji famîleya Canidae ye û kûçikê Qenxalî ye. Ji ber ku di sala 2021ê de li Stembolê bi veguhastina navbajarî navçe bi navçe digere, tê naskirin.[2] Wêneyên wî, dema ku ew bi metro, metrobus û keştiyên navbajarî digere, ji aliyê welatiyan ve hate wênekirin û li ser platformên medyaya civakî tên parvekirin.[3]

Ji aliyê şaredariya bajêr ve mîkroçîpek bi Bojî ve hate girêdan û di roja 18ê tebaxa 2021ê de bi sîstema GPRSê hate şopandin ku Bojî di nava rojekê de 29 rawestgeh digere.[4] Ji çiriya pêşîn a 2021ê û vir ve Metro Istanbul xwarin û nêrîna Boji girtiye ser xwe û ji bo wî li ser xeta tramvayê ya Kadıköy-Modayê holikek hatiye çêkirin.[5]

Taybetmendiya wî biguhêre

Bojî kûçikekî cuda ye ku wekî mirovan cihê dixwaze here yan jî dema ku dixwaze cihê veguhêze amûrên veguhastina komelî bi kar tîne. Heta niha tê texmînkirin ku li temamiya cihanê bi tenê 15 kûçîk hene yên ku wekî Bojî bi veguhastina navbajarî digerin. Yek ji wan li bajarê New Yorkê (DYA) û yek ji wan li bajarê Moskowê (Rûsya) ne.[6]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ İstanbul'un gezgin köpeği Boji | Sabah 10'dan akşam 9'a kadar yollarda - DW Türkçe (bi îngilîzî), roja gihiştinê 25 çiriya paşîn 2021
  2. ^ "İstanbul'u gezen köpek Boji". www.sozcu.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 25 çiriya paşîn 2021.
  3. ^ AYDIN/İSTANBUL, Çetin. "Boji'nin Boğaz keyfi". www.hurriyet.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 25 çiriya paşîn 2021.
  4. ^ "Boji bu sefer vapurda". CNN Türk (bi tirkî). Roja gihiştinê 25 çiriya paşîn 2021.
  5. ^ "İstanbul'u gezen köpek Boji". www.sozcu.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 25 çiriya paşîn 2021.
  6. ^ İstanbul'un gezgin köpeği Boji | Sabah 10'dan akşam 9'a kadar yollarda - DW Türkçe (bi îngilîzî), roja gihiştinê 25 çiriya paşîn 2021