Birca Çirayê ya Îskenderiyeyê

Birca Çirayê ya Îskenderiyeyê li bajarê ÎskenderiyeMisrê hatiye avakirin. Yek ji heft nuwazeyên cîhanê ye. [1]

Grafîkek ku ji hêla arkeloge Almanî Prof. H. Thiersch hatîye xêz kirin
Birca Çirayê ya Îskenderiyeyê, li parka çandî li Changsha, Çîn.

Di navbera salên 285-246 berî zayînê de hatiye avakirin. Ew ji hêla Ptolemaîos I Sotêr û Ptolemaîos II Philadelphos ve li girava Pharos, li hember Kembera Îskenderiyeyê li Misrê hatîye çêkirin.

Mîmarê avahî ye Sostratusê Knidos e. Avahîya ku 135 metre bilinde, ji mermerê spî hatiye çêkirin. Neynikek ku ji tûncê hatîye çêkirin, li ser avahîye bu û ji 70 km dûr va xuya dikir û rêberîya keştîyan dikir. Beşa wê ya jêrîn çargoşe û bi qasî 55 metre bilind bû. Beşa navîn wekî silindirek bû. Bi qasî 27 metre bilind bû. Beşê jorîn wekî silindirek bû û odeya agir li vir bû.

Di sala 955î (p.z.) da beşa jor ya avahîye di erdhej û bahozê de hilweşiya û di sala 1302î da jî di erdhejek din de laşê avahîye hilweşiya. Di sala 1500î de bermahiyên vê avahiyê bi tevahî tune bû.

Ji ber girava ku lê hatiye avakirin, bi navê Pharos hatiye nav kirin û ev peyv di gelek zimanan de cih girtiye. Pharos di zîmanê Spanî, Fransî û Îtalî de tê wateya çira yên behrê. Wêneyên wê, bi sedan salan ji bo çira yên behrê li çaraliyê cîhanê bûne model.

Çavkanî biguhêre

Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya tirkî pêk tê.
  1. ^ Historical dictionary of Egypt. Lanham: Rowman & Littlefield Publishers. 2013. ISBN 978-0810861893.