Birayên Karamazov (pirtûk)
Birayên Karamazov dawî romana nivîskarê binavûdeng ê rûs Fyodor Dostoyevskî e. Birayên Karamazov binavûdengtirîn romana nivîserî ye ku destpêkê di rojnameyeka rûsî de dihate bilavkirin.
Birayên Karamazov | |
![]() Rûpela yekemê
| |
Nivîskar | Fyodor Dostoyevskî |
Sernavê xwemalî | Братья Карамазовы |
Şêwe | Roman |
Ziman | Rûsî |
Dîrok | 1879-1880 |
biguherîne ![]() |
Di vê romana felsefî de babetên mîna îlahiyat, bûna xwedê, peywendîyên civakî û revanzanstî dihêne şirovekirin. vê romanê cihê xwe di dilê kesên mîna Albert Einstein, Sigmund Freud, Martin Heidegger û ludwig Wittgensteinî vekir û bi bawerîya wan baştrîn roman bû.
Bûyerên romanêBiguherîne
Fyodor karamazov ku pîremêrekê fasidexlaq bû û babê mîtya (dîmîtrî), îvan, alyoşa û esmerdiyakovî bû, dihête kuştin. Hemû guman dikin ku mîtya kujerê babê xwe ye tenê ji ber wê ku wî dixwast babê wî bimire lê di rastîyê de esmerdiyakov kujere û birayê wan îvan xwe bi kujer dihesibîne jiber ku wî bi felsefe û fikrên xwe, esmerdiyakov amadekirye ji bo kuştina babê xwe. Dîmîtrîî dixwest, esmerdîyakovî kuşt û îvanî rêkxist.