Çilferşik

(Ji Binerdok hat beralîkirin)
Çilferşik
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Aves
Kom: Passeriformes
Famîle: Muscicapidae
Cins: Oenanthe
Cure: O.finschii
Navê zanistî yê latînî
Oenanthe finschii
(Heuglin, 1869)

Çilferşik (navê zanistî yê latînî: Oenanthe finschii), cureyekî fîkarên mêşgirta Cîhanê kevn an mêşgiran e.

Li gorî dihê qalê ev çûk di 10'ê kanûnkizirê de dikeve qulekê û 40 heb ferşik dixe vê qulê. Tevê çileyê xwe di vê qula ku bi ferşikan tije kiriye de derbasdike. Her rojê yekî ji wan ji qulê diavêje derve: di 11'ê mehê de yek, di 12'ê mehê de du... werê werê heyta ku 40 heb ferşikên xwe diqedîne derdikeve, xwe didaweşîne û diguruwîne. Û destpêdike ku li nav van ferşikan hêlîna xwe çêbike. Vê rojê Çileyê Hişk diqede û Kanûn Texir dest pê dike. Navê xwe yê çilferşik jî ji vir girtiye.

Parêzî

biguhêre

Bi kêzikan, kurmikan û mûristanan xwedî dibe.

Li nav tahtan, nexasim li ser ferşan û li ciyê kevirokî dijî.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ BirdLife International (2012). "Oenanthe isabellina". IUCN Red List of Threatened Species. Version 2012.1. International Union for Conservation of Nature. Roja gihiştinê 16 tîrmeh 2012.

Girêdanên derve

biguhêre