Beyazıt Öztürk yan jî navê ku xwe pê dide pênasekirin Beyaz, (jdb. 12ê nîsana 1969an li Bolu, Tirkiyê) pêşavan, pêşkêşvan û lîstikvanekî tirkî ye ku koka xwe gurcî ye ku bi bernameya xwe yê bi navê Beyaz Show hatiye naskirin.

Beyazıt Öztürk
Jidayikbûn12ê nîsana 1969an (54 salî)
EsilGurcî
PîşePêşavan, pêşkêşvan, lîstikvan.
Salên çalak1995–niha
Bejn1.84
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Beyazıt Öztürk, wekî kurê bavekî ji bajarê Artvînê û dayikeke ku bi eslê xwe penaberê Gurcistanê ye li bajarê Boluyê hatiye dinyayê. Bavê wî bi koka xwe gurcî ye.[1][2]

Beyaz, di heman demê de lîstikvanê basketbolê yê xwedî lîsans e. Di dema xwendina xwe ya zanîngehê de bi bernameyên radyoyê re eleqedar bûye. Di heyama ku hêjmara qenalên televizyon û radyoyên taybet bi lez zêde dibe, li radyoyên Eskîşehîrê bi hevalê xwe re dest bi xabetên radyoyê dike. Lê ji ber ku nikare tîpa "r"ê, bîne ziman daxwaza wî ya pêşkêşvaniya radyoyê nehate pejirandin. Jiber vî yekî di radyoyê de tenê karê amadekirina bernameyê dane wî.[3] Lê dîsa jî Beyaz rêzikên radyoyê şikand û dengê xwe gihand guhdarvanan. ji ber şêwaza wî yê cuda wekî kesekî tinazkar hate nirxandin. Bi hevalên xwe re dest bi derxistina kovara mîzahî ya siyasî "Gina" kir. Di bin karîkaturên ku ji bo vê kovarê xêz kiribûn de cara yekem bernavka xwe yê "Beyaz" bikar aniye.[4]

Bername biguhêre

Bernameyên rojane
Sal Bername Qenal Nîşe
1996-2018 Beyaz Show Kanal D
(1996-2000 / 2001-2018)
Star TV
(2000-2001)
Pêşkêşvan
2006-2007 Biri Bana Anlatsın NTV Pêşkêşvan
2007-2009 Nası Yani? CNN Türk Pêşkêşvan
2018 Gel Konuşalım TV8 Mêvan
Bernameyên pêşbirkê
Sal Bername Qenal Nîşe
1998-1999, 2009 Aileler Yarışıyor Kanal D (1998-1999) Star TV (2009) Pêşkêşvan
2009 Ucunda 1 Milyon Var Star TV Pêşkêşvan
2009 Yetenek Sizsiniz Türkiye Show TV Endamê jurî ya mêvan
2010 Yok Böyle Dans Show TV Endamê jurî ya mêvan
2018-günümüz O Ses Türkiye TV8 Jurî

Fîlmografî biguhêre

Fîlm
Sal Nav Rol
1997 Nihavend Mucize Nejat
2001 Dansöz Ajokarê texsiyê
2002 Sır Çocukları Bi xwe
2005 O Şimdi Mahkum Bi xwe
2006 Hacivat Karagöz Neden Öldürüldü? Hacivat
2011 Eyyvah Eyvah 2 Bi xwe
Televizyon
Sal Sal Rol
2002 Biz Size Aşık Olduk Cem
2004 Karım ve Annem Levent
2009 Kurtlar Vadisi Pusu Bi xwe
2012 1 Erkek 1 Kadın 2 Çocuk Bi xwe
2012-2014 Yalan Dünya Rıza Kocabaş
2018 Jet Sosyete Bi xwe

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "12.12.2014 / Beyaz Show". Kanal D (bi tirkî). 13 kanûna pêşîn 2014. Roja gihiştinê 15 gulan 2022.
  2. ^ "Artvinli ÜNLÜLER - Artvin Kültür ve Yardımlaşma Vakfı". web.archive.org. 3 sibat 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 sibat 2016. Roja gihiştinê 15 gulan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ "Beyazıt Öztürk kimdir? Beyaz Show - Hayat Haberleri". web.archive.org. 18 sibat 2019. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 18 sibat 2019. Roja gihiştinê 15 gulan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ "Beyaz: Cebimdekilerin yüzde 80'ni Anadolu Üniversitesi'nden". web.archive.org. 17 nîsan 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 17 nîsan 2016. Roja gihiştinê 15 gulan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)