Berivan İçen

gogbaza kurd

Berivan İçen, ankû Bêrîvan Îçen[çavkanî hewce ye] (bi tirkî: Berivan İçen) (jdb. 15ê tîrmeha 2003an li Şemrex, Mêrdîn, Bakurê Kurdistanê), gogbazeke kurd e ku di tîma lîga yekem a jinan a Tirkiyeyê Beşiktaşê li yarîgeha navîn dilîze. Ew endama Tîma gogbazê ya Jinan a Tirkiyê ya di bin 17 salî de bû û niha nûnertiya tîma neteweyî ya jinan a Tirkiyeyê dike.[1]

Berivan İçen
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Hevwelatî
Pîşe
Werziş
Hêl

 

Jiyana kesane biguhêre

Bêrîvan Îçen di 15ê tîrmeha 2003an de li navçeya Şemrexa Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.[1] 9 xwişk û birayên wê hene.

Kariyera yaneyê biguhêre

Îçen di 6 saliya xwe de di sala 2010an de dest bi lîstika gogbaziyê kir. Dema ku wê bala serokê yaneya amator Cennet Barbarosspor a li Küçükçekmece ya navçeya Stembolê kişandibû ew hat vedîtin. Wê li xeta kêlekê pêgogê lîst. Serokê yaneyê bavê wê razî kir ku bila ew tevlê bibe û soz da ku lêçûnên perwerdehiya keçikê fînanse bike. Di sala 2012an de, ew ket tîmê koma temenê xwe, ku tenê ji kuran pêk dihat. Wê salê, keça ku bi lingê çepê dilîze di tûrnûvaya ku ji aliyê Şaredariya Küçükçekmeceyê ve di çarçoveya Roja Serweriya Neteweyî û Zarokan de hat organîzekirin, bû amûrek ji bo pêşkeftina tîma xwe ya çaryek fînalê.

 
Berîvan Îçen (#90) a Akdeniz Nurçelik Sporê di maça lîga duyem a 2018-19an de êrîşî Osmaniye Kadın Sporê kir.

Îçen di 17ê nîsana 2015an de lîsansa lîstika Galatasarayê wergirt.[1] Wê di maça tûra 7em a Lîga Keçan a binê 13 salî ya 2016an de (Minik Kızlar Ligi) ku ji bo tîma wê Galatasaray 15–0 qediya, yanzdeh gol avêt.[2] Di çiriya pêşîn a 2016an de piştî Galatasarayê beşa pêgogê ya jinan girt,[3] tevlî Beşiktaşê bû. Di sezona 2018/19an de di Lîga Duyem a Jinan de li Küçükçekmeceyê di tîma Akdeniz Nurçelik Sporê de lîst. Ew di 14 lîstikan de 15 gol avêt. Di sezona 2020–21ê de, ew vegeriya yaneya xwe ya berê Beşiktaş, ku di neh lîstikan de du gol avêt.[1] Piştî sernavê şampiyoniya tîmê xwe di sezona Lîga Turkcell 2020-21 de, wê di du maçên 2021-22 Lîga Şampiyonan a Jinan a UEFAyê de lîst.[4][5]

Kariyera navneteweyî biguhêre

Îçen ji bo Tîma pêgogê ya jinan a neteweyî ya Tirkiyeyê di bin 17 salî de hat gazîkirin, û di 21ê kanûna pêşîn a 2017an de di maça dostane ya bi Rûsyayê re derket pêş.Wê di du pêşbirkên Şampiyoniya 2018 ya Jinan a UEFAyê ya bin 17 salî de lîst. Ew beşdarî sê pêşbirkên Tûrnûvaya Pêşketinê ya Jinan a UEFA ya binê 16 salî ya 2018an bû.Wekî din, wê di sê pêşbirkên Şampiyoniya UEFA ya Jinan a binê 17 salî a 2020an de lîst. Ew di tîma jinên bin 17 salî yên Tirkiyeyê de 25 caran beşdarê maçê kir û bi giştî 12 gol avêt.[1]

Di îlona 2020an de ji bo Tîma Neteweyî ya Jinan a Tirkiyeyê hat gazîkirin.[6] Wê di 18ê îlona 2020an de di pêşbirka UEFAya Jinan a Euro 2021ê de li hember Slovenyayê derket pêş.

Amarên kariyerê biguhêre

Yane Sezon Lîg Continental National Total
Division Apps Gol Apps Gol Apps Gol Apps Gol
Beşiktaş J.K. 2017–18 Lîga yekem 0 0 7 1 7 1
Total 0 0 7 1 7 1
Akdeniz Nurçelik Spor 2018–19 Lîga duyem 14 15 10 5 24 20
Total 14 15 10 5 24 20
Beşiktaş J.K. 2019–20 Lîga Yekem 9 2 8 6 17 8
2020–21 Lîga Yekem 5 0 1 0 6 0
2021–22 Super Lîg 12 2 2 0 0 0 14 2
Total 26 4 2 0 9 6 37 10
Career total 40 19 2 0 26 12 68 31

Girêdanên derve biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b c d e "Oyuncular – Futbolcular – Berivan İçen" (bi tirkî). Türkiye Futbol Federasyonu. Roja gihiştinê 28 îlon 2022.
  2. ^ Yıldız, Serkan (7 hezîran 2016). "Berivan İçen istedi Cimbom gol yağdırdı" (bi tirkî). Amatör Lig. Roja gihiştinê 28 îlon 2022.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  3. ^ "Galatasaray, kadın futbol şubesini kapattı" (bi tirkî). Karar. Roja gihiştinê 28 îlon 2022.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  4. ^ ""St.Pölten (AUT) 7-0 Beşiktaş (TUR)"" (bi îngilîzî). UEFA Women's Champions League. Roja gihiştinê 28 îlon 2022.
  5. ^ "Beşiktaş (TUR) 4-0 Kamenica Sasa (MKD)" (bi îngilîzî). UEFA Women's Champions League. Roja gihiştinê 28 îlon 2022.
  6. ^ "Kadın A Milli Takımı, Slovenya maçı hazırlıklarına devam ediyor" (bi tirkî). Türkiye Futbol Federasyonu. 18 îlon 2020. Roja gihiştinê 28 îlon 2022.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)