Bazirgan, Makû
Divê ev gotar ji aliyê rêziman, hevoksazî yan jî rastnivîsê ve were sererastkirin. |
Bazirgan, navê yek ji bajarên navçeya Makûyê li parêzgeha Azerbaycana Rojavayê ye, ser bi Rojhilatê Kurdistanê ve. Girêdayî dewleta Îranê ye.
Bazirgan Bazirgan / بازرگان | |
Navçe | |
Welat | Rojhilata Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Îran |
Parêzgeh | Ûrmiye |
Serbajar | Bazirgan |
Gelhe (2006) | 9.047[çavkanî hewce ye] kes |
Bajarê navendî | |
Koordînat | 39°22′42″Bk 44°26′50″Rh / 39.37833°Bk 44.44722°Rh |
Bazirgan dikeve bakûrê bajarê Makûyê. Bazirgan wek bi sernavê deriyê têketin û derketina Îran û Tirkiyeyê tê nasîn û di quntara çiyayê agirî de ye.
Ev bajar ji hêla aborî û erdnigariyê ve taybetmendiyên wê yên girîng hene ji ber ku ji alîyê bakûrê ve bi Tirkiye û ji hêla rojhilatê ve jî bi komara Nexcewanê re hev sînor e. Deriyê sînorê Bazirganê girîngtirîn derîyê sînorîyê îranê yê li ser erdê ye û degehê ewropayê tê hesibandin.ku rojane bi sedan rêwî yên hindirî û biyanî û bi sedan kamîyonên tranzîtî ji vê bajara kevin û sînorî derbas dibin.
Yek ji wan kesên ku hatîye vî bajêrî û di sefernameya xwe de ji bazirganê nav biriye Ujêl fenland ê navdarê firansî ye ku di ser dema Qcarîyan de di dema jîyana Elîxan serdarê makûyê hatîye û ji bazirgan di pirtûka xwe da bi bîr anîye.
Bazirgan ji sala 1365 de bi destê nûnerê şaredarîyê û di bin şaredarîya Makûyê de di hat îdarekirin.li ser hesasiyên sînorî û mezinkirina vî bajarî ku nûnertî nikari bû wê îdare bike ji bo vê piştî gelek bûyeran ev bajara ser bixwe bû û ji makûyê hat qedandin
Li gor serjmariya sala 1385 an gelê vê bajarê nêzîkî 9.047 kes e[çavkanî hewce ye]. Dergehê sînorê çavkanîya serekeya miaşa gelê vê navçeyê ye.
Ziman biguhêre
Aborî biguhêre
Bazirgan li gor derfetên ku navçeya azad a Makûyê çapkiriye ji girîngiya wê ya zor taybet heye.