Baskil (an jî Bazkil, Baskel) an Baskîlan qeza Elezîzê ye. Mezinahiya erdê xwe 1.195 km² ye. Ji Elezîzê 38, ji Melediyê jî 80 km dûr e.

Navçeya Baskilê
Baskil
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Xarpêt (parêzgeh)
Serbajar Baskil

Hejmara nahiyan 3 nahiye
Hejmara bajarokan 1 bajarok
Hejmara gundan 62 gund

Gelhe (2008) 18.221[1] kes
Rûerd 1.338 km2
Berbelavî 13,6 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 5.178 kes
Koordînat 38°34′2″Bk 38°49′24″Rh / 38.56722°Bk 38.82333°Rh / 38.56722; 38.82333
Bilindayî 1.210 m
Koda postayê 23800
Koda telefonê (+90) 424
Baskil li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Baskil
Baskil
Baskil (Tirkiye)

Başur û rojavayê Baskilê bi ava bendava Karakaya, ku li ser Ferêt hatiye avakirin, hatiye pêçan. Sînorên Baskilê yên din, li rojhilat digihên Elezîz û qezaya Sîwrêcê, li bakûr bi qezaya Kebanê ve dibin cîran.

Her çar aliyên navenda qezê bi çiyan ve hatiya pêçan. Beşek ji van çiyan berdewama çiyayên Torosan in. Ji van çiyan yê herî bilind Çiyayê Hesen e, ku 2.110 m bilind e. Baskil di navbera çiyan de wek geliyekî ku bi cûre cûra darên meywe ve xemilî ye. Havînê, baxçeyên mişmişan wek kirasekî zer li deşta Baskilê bikin.

Têkiliyên Baskilê bi Elezîzê re bi riya paporê û hesinrê; bi Melediyê re bi hesinrê, papor û bendava Karakaya ve pêk tên.

Qezaya Baskilê, ji çar dihiyên (gund) ku wek tax tên hesibandin û navenda qezê ve pek tê. Navê taxan (mehele): Baskêlan, Kurmiyan, Şivqetan û Nederan. Navên van hemuyan jî îro bi navên tirkî ve hatine guhertin.

Nifûsa Baskilê di navberê 8.000 û 9.000 ye. Lê bi hinek sedemên siyasî di navberê partiyên dewletê de wek 5000 hatiye nîþandan. Gelê (xelk) Baskilê, bêyî polîs, cendirme û çend karmendên dewletê yên din, hemû kurd in. Sê gund elewî ne. Yên din sûnî ne.

Hesinrê wisa hatiya avakirin ku, dema trên di nav Baskilê re derbaz dibe weke tîpa S çivan dide xwe. Ev şiklê hesin rê, dibe xatirayek û bi mejiyê rêwiyên hesinrê ve dizeliqe.

Li nêzî dihiyê (gund) Melyan dibistanek hatiye avakirin ku ji 1-8 polan pêk tê. Şagirtên ku di vê dibistanê de dixwînin ji dihiyan hatine berhev kirin û şev û roj li wir dimînin. Armanca vê dibistanê eşkere ye.

Aboriya (ekonomiya) Baskilê li ser çandinî û bax û baxçeyan e. Di van salên dawî de mişmişan di aboriya Baskilê de cihekî girîng girt.

Dîrok biguhêre

Heta ku Komara Tirkiyê hate damezrandin, Baskil navçeyeke (nahîye) giredayî Elezîzê bû. Piştî damezrandina Komarê, li taxa Baskêlan (Baskila Kevin) weke qeza hat avakirin. Di sala 1928an de merkeza qezê rakirin taxa Şivqetan. Lê piştî demekê dîsa navenda Baskile rakirin Baskêlan. Piştî, ku di sala 1933ê de hesinrê hat çêkirin, navenda (merkez) wê rakirin cihê ku îro lê ye.

Xwarin biguhêre

Wek gelek deverên Kurdistanê yên din li Baskile jî xwarin li erdê li ser sifrê tê xwarin. Sifreyek mezin li erdê tê raxistin û tepsiyeke mezin li ser tê danîn. Xwarinên hazirkirî li ser tepsiyê tên rêzkirin.

Şîv û xwarinên Baskilê biguhêre

Kilora bin sêlê, kiftên Xarpêtê, kiftên top, dolme, mirîşkên sorkirî û dagirtî, tirşika fasîlên hişk û hêşin, tirşika balcan û frengan (şamik), dan, şorba mehîr, şorba keşkê, şorba nîskan, kundirê nîskan, pastixê bi hêkên sorkirî û helaw. Weke vexwarin, dew û xişav her li cem xwarinê hene.

Şevên zivistanê yên dirêj, di gel çirokên bav û kalan, bi xwarina orcix, pastixê tû û tirî, gûz û piyam (behîv), tûyên hişkkirî derbaz dibin.

Çavkanî biguhêre