Banûkî (ji farisî: banû = malbat, mal) navê eşîreke kurdan li Amed û Serhedê ye. Eşîra Banûkî li Qersê, Erzîromê, Wanê, Amedê û Agiriyê belavî ye.

Di Şerefnameyê de eşîra Banûkî wekî yek ji eşîrên hozdar ên mîrgeha Silêmanî (Farqîn) tê nîşandin. Gorî Şerefxan mîrên Farqînê serekên êleke mezin a ku eşîra Banûkî jî dipenihand bûn. Şerefname behsa 1000 malbatên Banûkî yên ku bi aẍayê xwe ve ji Farqînê koçberê Bazîdê bibûnê, dike. Herwiha Îsmaîlê Bazîdî di lîsteya xwe de 100 malbatên Banûkî binav dike. Di Ensîklopediya almanî ya P. U. de 6000 kesên Banûkî li Serhedê têne binavkirin.

Çavkanî biguhêre