Bamerd navê herêmeke Bakurê Kurdistanê ye ku di navbera çemê Xerzan (bi tirkî: Yanarsu çayı) û çemê Botan de dimîne, çemê Dîcleyê sînorê başûrê wê ye. Bi rewşa îro gundên wê bi Misircê û Qubînê ve girêdayî ne.

Bamerd
Xeletiya Luayê di Modul:WikidataIB de, li ser rêza 1877: attempt to index field 'datavalue' (a nil value).
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Çend gundên herêmê ew in: Awta Xwar, Awta Jor, Baciriyê, Tilê, Bêleka Jor, Bêleka Xwar, Cefanê, Rikniyê, Gozikê, Qubanê, Ûşiyê û Xalibîyê.

Li dîroka nivîskî navê Bamerdê cara pêşî li sedsala 12em li şerên di navbera selcûqî û ertuqiyan de xuya dibe.

Li qeydîyên dewleta Osmaniyan bi navê Behmerd nahiyeyek e. Li qeydên sala 1526an 33 gundê wê, li qeydên sala 1567an jî 71 gundê herêmê xuya dike.[çavkanî hewce ye]

Çavkanî

biguhêre