Bêleka Xwar
Bêleka xwarê gundekî herêma Bamerdê ye ku li bin ava bendava ilisuyê maye. Li kêviya çemê Dîcleyê ava bûye û dîroka wî gelekî kevin e. Li vir xaniyên şikeft hene. Her wiha şikeftên ku berê wek mizgeft û dêr hatine bikaranîn jî heye tê de. Her şikeftek ji yek ango du odeyan pêk tê. Li gor gotinan di zemanên kevin de ev cih ciheke pir taybet bû. Aboriya vî gundî li ser çandin, masîvanî û kelekvanî bû. Piştî avabûna Bêleka Jor gundîyan mala xwe kişandin Bêleka Jor.
Şênîyên gund di dawîya sedsala 19an ji gundê êzdara hatine virê. Ew wext çend malên mesihî jî tê de hebûne. Pîskoposîya Sêrtê li salên 1902 û 1913yan ji bo jimartine nifûsê hatine gund, li gor jimartina wan li sala 1902yan 4 malên ermenî û 30 malên misilman hebûne, li gor jimartina sala 1913yan jî 4 malên siryanî û 14 malên misilman hatine qeydkirin.[1]
Çavkanî
biguhêre- ^ Houshamadyan. "Demografi". Houshamadyan. Roja gihiştinê 19 çiriya paşîn 2024.