Bajarê Amedê (pirtûk)

Pirtûka AMED erdnîgarî/dîrok/çand, di sala 2012an de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat çapkirin. Pirtûk ji aliyê Amed Tîgrîs û Yildiz Çakar ve hatiye hazirkirin. Pirtûk di ebateke mezin de ye, 653 rûpel e û bi tevî bi reng e.

Bajarê Amedê
Nivîskar Amed Tîgrîs, Yildiz Çakar
Pêşgotin Amed Tîgrîs, Yildiz Çakar
Şêwe Lêkolîn
Ziman Kurdî
Dîrok 2015
Rûpel 653

Naveroka kitêbê biguhêre

Dîrok, cografya, çend, civak û demografiya bajarê Amedê bi berfirehî hatiye destnîşankirin. Navenda bajêr, gundên navendê, hemû qeza bi gund û gundikên xwe ve, bi nifûs, dîrok, ziyaret, efsane, cihên turîstîk, nivîskar, hunermend, dengbêj, parlamenter û şaredarên xwe ve, bi awayekî hûr û kûr hatine nivîsandin. Şeş meh piştî derketina kurdîya wê, vê carê Amed Çeko Jiyan kitêbê wergerand tirkî. Mirov dikare kurdî û tirkiya kitêbê ji Şaredariya Amedê ya Bajarê Mezin bi dest bixe.