Bahoza tropîkal a Hermine (2010)

bahozeke tropîkal

Bahoza tropîkal a Hermine (bi inglîzî: Tropical Storm Hermine) bagereke tropîkal a nêzîkî bahozê bû ku di destpêka îlona sala 2010an de lehiyek berbelav ji Guatemalayê ber bi bakur ve ber bi Oklahomayê ve aniye. Her çiqas bahoz li rojavayê Kendava Meksîkê hatibe binav kirin, Hermîn rasterast ji devera mayî ya tansiyona nizm a ku bi depresyona tropîkî ya kêm-temen a Eleven-E re ku bi Rojhilata Pasîfîkê ve girêdayî ye pêş ketiye.

Bahoza tropîkal Hemrine
Depresyona tropîkî ya Eleven-E
Tropical storm (SSHWS/NWS)
Destpêbûn3ê îlona 2010an
Bidawîbûn10ê îlona 2010an
(Bermayiyên kêm piştî 9ê îlonê)
Bayê herî bilindDi nav xulekekê de: 70 mph (110 km/h)
Zexta herî kêm989 mbar (hPa); 29.21 inHg
Mirin52 rasterast, 50 neyekser.
Zirar$740 million (2010 USD)
Qadên bandorkirî
Beşek ji 2010 Atlantic and Pacific hurricane seasons

Bahoza Hermine di temenê xwe de bûye sedema 52 mirinên rasterast û nêzîkî 740 milyon dolarên amerîkî zirar gihandiye çandinî û binesazîyên li deverên ku bahozê lê tesîr kiriye. Depresyona tropîkal a pêşîn di 3ê îlonê de li Kendava Tehuantepecê pêk hatiye û roja din li nêzîkî Salina Cruz a Meksîkê şemitandineke erdê pêk tê. Her çend depresyon bi lez û bez ber bi nizmbûna mayinê ve qels bi be jî tengasî ji pozika Tehuantepecê derbas dibe û bi ber bakur ve derbasê nava avên germ ên Kendava Meksîkê dibe. Bahoz di 5ê îlonê de careke din dîsa xwe bi sîkloneke tropîkal bi rêxistin dike. Li heman derê pergal bi lez û bez bi bahozeke tropîkal ve bihêz dibe. Berî ku Bahoza Hermîne di 7ê îlonê de ber bi peravên nêzî bajarê Matamoros a Meksîkê ve here weke bahozeke tropîkal a bilind navê Hermine wergirtiye. Di nava çend rojên pêş de Hermine qels bûye. Bahoza Hermîne di 10ê îlonê de di ser Deştên Başûr ên Amerîkayê ve derbas bûye û di dawiyê de li Kansasê belav bûye.

Dîroka meteorolojî biguhêre

 
Nexşeya ku şop û şiyanên Eleven-E û Hermine li gorî pîvana bayê bahozê Saffir-Simpson plan dike

Di tebaxa 2010an da, li Rojhilatê Atlantîkê pêleke tropîkal tevkarî li avabûna Bahoza Danielle kir; Danielle di pêşî ber bi rojava û paşê ber bi bakur ve şopand. Lê belê beşa başûr a tengezariyê bi pêşketina Danielle re têk çû, li rojavayê Başûrê Amerîkayê şopand û di 29ê tebaxê de gihaşt Pasîfîka Rojhilat. Li seranserê Amerîkaya Navîn heta 2ê îlonê dema ku baran li ser û dora Kendava Tehuantepecê geş bû, vedana birûskê pêk hat. Navenda Bahozê ya Neteweyî (NHC) roja din saet di 00:00 de îhtîmaleke kêm a siklogenezî ya tropîkal nirxand.[1] Li temamiya 3ê îlonê, berî ku li ser rûyê pergalê gera bayê bê tesbît kirin, alozî di kendavê de bi lez û bez pêş ket. Ji ber vê yekê, NHC, wê rojê di saet 18:00an de (UTC) dema bahoz 185 km li başûrê rojhilatê Salina Cruz a Meksîkê bû, sîstema bahozê wekî depresyona tropîkal diyarkir.[2] Piştî avabûnê, 11-E hêdî hêdî ber bi bakurê rojava ve çû û di derengiya 3yê Îlonê da banda baranê ya hindirîn ku baş tê gotin, geş bû.[3] Roja din saet di 06.00an de UTC, berîya ku bi saetekê li rojhilatê Salina Cruzê bahoz ber bi erdê ve bikeve, depresyon bi bayê 35 mph (55 km/s) bilind bû. Xuyabûna birêxistinkirî ya sîklonê ya li ser radarê, ku çavekî prîmordîal ê pêşketî jî di nav de bû, pêşnîyar kir ku depresyon di dema ketina erdê de nêzî hêza bahoza tropîkî bû.[4] Keştiyek di vê serdemê de bayên hêza bahozê ya tropîkal belge kir, lê ji ber ku ew ji bahozê baş hatin derxistin, tê texmînkirin ku ev bayê xurttir bi herikîna bayê mûsonal a nêz re têkildar e. Piştî ku bahoz derbasî hundir bû, depresyon zû xera bû û 4ê îlonê saet 18:00 (UTC) bi ser pozika Tehuantepecê ve bû qadeke zexta nizm a mayî.

Her çend erda çiyayî ya Oaxaca û Chiapas rêxistina Tewra Depresyona Eleven-E pir têk da û bû sedema bê hêz bûna wî. Sîklona berê-navîn û jêrîn ên bagera berê saxlem man dema ku ew çûn nava Kendava Campecheê. Di 4ê Îlonê da, piştî ku 11-E hat veqetandin, di 4ê Îlonê da vegerîya ava vekirî û bi veguhastineke nû û tund dîsa derkete holê. Di roja din de, qada bahoza, di destpêkê de hate bêrêxistin kirin û di 5ê Îlonê de saet di 18.00an de li Başûrê Kendava Campecheyê careke din kete nav depresyoneke tropîkal.[5] Piştî avabûna 12 saetan, NHCyê piştî raporên encamdar ên ji buoyoneka nêzîk, pergal ê veguherand rewşa bahoza tropîkal. Di encamê de sîklona tropîkal bi navê Hermine hate binavkirin û Bahoza Hermine ber bi sînorê Teksas-Meksîkayê ve kete tevgerê û bi dijwarbûna domdar berdewam kir. Di destpêka sibeha 6ê Îlonê de ji ber dorgirtina xwe ya li derdora navenda bahozê, çalakiya bahozê zêde bû.[6] Di 7ê Îlonê de saet di 02.00 utc de, Hermine li nêzîkî Matamoros, Meksîkayê bi bayê herî zêde yê domdar 70 mph (110 km/h) û kêmtirîn zexta barometrîk a 989 mbar (hPa; 29.21 inHg) bi hêz bû. Ev hêz, xurtbûna lûtkeya siklonê bû. Bahoz piştî ku çû peravê, hêdî hêdî lawaz bû û ber bi bakurê Teksasê ve çû.[7] 8ê Îlonê saet di 00:00an da UTC, siklona tropîkal ya ku qels dibe, li nêzî Masona Teksasê ji hêza depresyona tropîkal dejenere bû. Lê belê, babelîskên Hermine ji ber bayê xwe yê domdar gelekî hêza xwe winda nekirin. NHC, demeke kurt piştî daketinê berpirsyariyên xwe yên şopandina sîklonê veguhast Navenda Texmîna Hîdrometeorolojîkê (HPC). Di vê demê da bi dirêjahîya bahozên gurê ber bi başûr ve û paralelê interstate35ê dirêj dibe, bahoza qelsbûyî piranîya taybetmendîyên xwe yên sîklona tropîkal winda kiribû. Hermine, 9ê Îlonê saet di 18:00an de beriya ku li ser Kansasê belav bibe di 9ê Îlonê de saet di 18.00'an de li ser Oklahoma ber bi qadeke zexta nizm a mayî ve qels bû û bi dawî bû.[8]

Amadekariyên jibo bahozê biguhêre

Beriya daketina erdê ya bahoza Hermînê wezîfedarên li Meksîkê ji bo deverên li bakurê Tamaûlîpasê biryardayina valakirinê didin. Bi texmînî nêzîkî 3.500 kes jiber hişyariyê ji avahiyên xwe derketibûn. Li Teksasê, Navenda Operasyonê ya Eyaletê têkildarî Bahoza Hermîne ya Tropîkal konferansek lidar xist û jibo rewşa awarte li ser planan nîqaş kirin. 6 tîmên rizgarkirinê yên lehiyê li bendê bûn. Mass Care û Xaça Sor a Amerîkayê ji bo avakirina stargehan amade bûn; Deh wesayîtên payebilind ên leşkerî yên Teksasê tevî helîkopterên UH60 û CH47 ji bo hewldanên alîkariyê yên lehiyê yên gengaz amade bûn. 6ê îlonê piştî nîvro, piranîya başûrê Teksasê ji ber metirsîya barîna baranê di nobeda lehîyê da bûn. Saetên Tornadoyê ji xeta peravê heta bakurê Teksasê li kêleka rastê yê bahozê dirêj bû. Ji ber ku Hermine ji Teksasê heta Mîssoûrî baraneke zêde barand, Servîsa Hewa ya Neteweyî ji bo gelek herêman hişyariya lehiyê da.

Bandorên li ser deveran biguhêre

Amerîkaya Navîn biguhêre

 
Nexşeya Barana ji Depresyona Tropîkal 11-E û Bahoza Tropîkal Hermine ya li Meksîk û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê

Li seranserê Guatemalayê, barana zêde ya ku bi herikîna mûsonal û Depresyona Tropîkal Elon-E re têkildar e, li seranserê welatê li gelek cihan bû serdema şemitînên erdê. Li ser rêya Îmter-Amerîkan, otobusekî ku tê de gelek rêwî hebû ma di ava axa şemitandî de. Xebatkarên rizgarkirinê yên hewl didan ji wesayîta asê mayî bikişîne, di vî bûyerê de 41 xebatkarên rizgargirinê û yên din û 12 kes jî ji rêwîyên ku di otobusê de bûn jiyana xwe ji dest dan. Ev bûyer bi giştî bû sedema mirina 53 kesan. Bi sedan rizgarker hatin cihê bûyerê ku hewl bidin ku heta ku ji destê wan tê xilas bikin; lê belê, şemitîna axê ya duyemîn jî li heman cihî qewimî, bi sedan kes di şemitandinê de winda bûn. Li seranserê welat rayedaran diyar kirin ku li 30 cihan şemitandina erdê qewimiye. Yek ji çar kesên din jî piştî ku xaniyê xwe yê li Quetzaltenango ku maye di nava axa şemitan dî de jiyana ji dest daye.[9] Li Kosta Rîka ji ber barana ku zêde bariya lehî rabû, di jiber lehiya zêde erdşemitandin pêk hat di bûyerê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî koç bûn.[10] Li gelemperiya welêt, xisar bi 500 mîlyon dolarê Amerîkayê hate texmînkirin.[11]

Meksîk biguhêre

 
Depresyona Tropîkal 11-E di 4ê Îlonê de li ser Navenda Meksîkê

Hat ragihandin ku li başûrê Meksîkê bandoreke giran lê hatiye kirin û gelek çem di ser bankayên xwe yên li peravên Oaxacayê re herikîne û bi vî rengî hişyariya sor (bilind) hatiye dayîn.[12] Jiber depresyona li Meksîkê bi giştî 50 hezar kes bandor bûn.[13] Li seranserê Oaxacayê herî kêm 46 kes jiyana xwe ji dest da. Pergalê li Veracruzê barana zêde ya herêmî barand, li Alvaradoyê bi pîvana lûtkeyê 13,6 li (350 mm) pêk hat. Li bakurê Meksîkê barîna baranê ya di ser asta 3 yan de (76 mm) li herêmên bejahî hate hate pîvan. Li seranserê bakurê Tamaulipasê bayên tropîkala bahozê dar daxistin ser xetên elektrîkê û zerara dan gelek avahiyan. Li Matamorosê bayên domdar ên 53 mph (85 km/h) û babelîskên 67 mph (108 km/s) hatin tomarkirin. Li seranserê bajêr herî kêm 20 avahî ziyan dîtin.

Dewletên yekbûyî biguhêre

Li seranserî şopa Hermine li Amerîkayê bi taybet li rexê rojhilatê sîstemê baraneke giran barand.

Teksas biguhêre

 
Lûleya radar a Bahoza Tropîkal Hermine di 7ê Îlonê de li başûrê Teksasê dimeşe

Li Teksas, Harlîngenê bayê zexmtir hat tomarkirin ku hêza bayê domdar bi pîvanên 59 mph (95 km/s) û 73 mph (117 km/s) hate tomarkirin. Li peravê jî pergalê pêleke bahozê bi xwe re anî û li Port Aransasê pêlên behrê gihîşte 3.4 mêtreyan. Zirara li ser Rîo Grande Valleyê ya jêrîn bi giştî biçûk bû. Ji ber bayê zêde hinek dar û xetên elektrîkê hatin xistin û di encamê de elektrîk li ser herêmê hate qutkirin. Di dema bahoza li herêmê de bi qasî 30 hezar dikanên welatiyan di carekê de yan jî di demên cûda de mane bê elektirîk. Bandora herî dijwar li navçeyên Kamîron û Willacy çêbû.[14] Li navenda Teksasê, bi giranî li wîlayeta Bexarê, ji ber darên hilweşiyayî, bi texmînî 100 hezar niştecihgeh mane bê elektirîk. Li gorî lêkolînên herêmê bi qasî 300 dar ji ber bahozê hatine xwarê. Li Georgetownê, ku barana herî giran lê bariya, parkên RV û I-35 ên li nêzî wê bûn, lehî rabû û bû sedema valakirinan niştecihan. Li gelemperiya eyaletê, pêdiviya bi sedan rizgarkirinên bilind ên avê ji aliyê ekîbên rizgarkirinê ve bihata kirin, hebû. Li hinek deveran jiber avên lehiyê heta 1.5 mêtre çalên kur çêbû. Li wîlayeta Johnson, piştî ku gelek xanî mane di nava avê de, zêdeyî 60 cihan neqla avê pêk hat. Li gorî Şefê Îtfaiyeyê Richard Van Winkle ê ji ekîba agirkujiyê Alvaradoyê got, "Heta roja îro ev tofana herî xerab e ku ez dibînim."

Oklahoma biguhêre

Piştî sekinandin a li Teksasê, bermahiyên Hermine bi baraneke berfireh û giran li Oklahomayê bû sedema lehiyekî mezin. Di encama derbasbûna Hermîne de kesekî li parêzgehê jiyana xwe ji dest da. Hema hema hemû herêma Sequoyahê di binê avê de ma û di encamê de zerareke mezin a binesaziyê çêbû. Ji ber lehiyan nêzî 48 km kete binê avê. Pêşdîtinên destpêkê hate diyarkirin ku zirara li wîlayetê 2.5 milyon dolarê Amerîkayê ye. Qutbûnên belavbûyî yên elektrîkê li eyaletê pêk hatin, ku bi giranî ji ber bahozê tê hesibandin, li gorî daxuyaniya Pargîdaniya Gaz û Elektrîkê ya Oklahomayê nêzîkî 5.000 qutbûn hatiye ragihandin. Xizmeta Avhewa ya Neteweyî sê tofan têkildarî Hermine piştrast kir ku di nav de tofanek EF0 ku li Lone Grove, bajarek ku ji hêla tofanek EF4 ve di Sibata 2009an de wêran bûbû, ket. Li Colbertê tornadoya EF1 malek rûxand û ajokarekî qemyonê jî piştî ku wesayîta wî wergeriya, birîndar bû. Di sibeha 9ê îlonê de barana duyemîn li seranserê rojhilatê eyaletê barî û di encamê de lehî rabû. Li seranserê kêleka rêya US 69, avê gol girt û li hinek cihan jî rê ketibû binê avê. Rêyên din ên dewletê jî di bin avê de man; lê belê piraniya avê piştî nîvrojê paşve kişiya.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "NHC Graphical Outlook Archive". www.nhc.noaa.gov. Roja gihiştinê 27 îlon 2021.
  2. ^ "NHC Graphical Outlook Archive". www.nhc.noaa.gov. Roja gihiştinê 27 îlon 2021.
  3. ^ "Tropical Depression ELEVEN-E". www.nhc.noaa.gov. Roja gihiştinê 27 îlon 2021.
  4. ^ "Tropical Depression ELEVEN-E". www.nhc.noaa.gov. Roja gihiştinê 27 îlon 2021.
  5. ^ "NHC Graphical Outlook Archive". www.nhc.noaa.gov. Roja gihiştinê 27 îlon 2021.
  6. ^ "Tropical Storm HERMINE". www.nhc.noaa.gov. Roja gihiştinê 27 îlon 2021.
  7. ^ "Tropical Storm HERMINE". www.nhc.noaa.gov. Roja gihiştinê 27 îlon 2021.
  8. ^ "Tropical Depression HERMINE". www.nhc.noaa.gov. Roja gihiştinê 27 îlon 2021.
  9. ^ "Breaking News, World News and Video from Al Jazeera". www.aljazeera.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 28 îlon 2021.
  10. ^ "BioBioChile - La Red de Prensa Más Grande de Chile". BioBioChile (bi spanî). Roja gihiştinê 28 îlon 2021.
  11. ^ "Disaster List | EM-DAT". web.archive.org. 23 îlon 2010. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 îlon 2010. Roja gihiştinê 28 îlon 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  12. ^ "La Jornada en Internet". web.archive.org. 7 îlon 2010. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 7 îlon 2010. Roja gihiştinê 28 îlon 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  13. ^ "Tropical Depression 11-E makes landfall in southern Mexico .:. newkerala.com Online News - United States 35347". web.archive.org. 9 îlon 2010. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 9 îlon 2010. Roja gihiştinê 28 îlon 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  14. ^ "valleycentral.com".