Bêdawîbûn (bi soranî: bêkotayî, bêdiwayî, بێ‌کۆتایی، بێدوایی) hinek têgihên cuda destnîşan dike - pir caran girêdayî ya bîra "bê-sinûr-bûnê" - di felsefe, bîrkarî, û teolojî yê da.

Bêdawî
  • Mathematical concept Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Sembola bêdawîbûnê

Di bîrkarî yê de biguhêre

Di bîrkarî yê de, "bêdawîbûn" gelek caran li van kontekstan tê bikaranîn ku mîna hejmarek ber bi bêdawîbûnê ve diçin (nimûne: di hejmartin û pîvandinê de: "hejmarekî bêdawî ji teriman"), lê hejmar nîne û ciyawze digel hejmarên rastîn. têgeha bêdawîbûnê di gelek têgehên dinên bîrkariyê de jî derdikeve.

Di dîroka kevn de biguhêre

Li Hindistanê biguhêre

Di Îşa Upanîşad a Yajurveda de (sedsala sêyem heta çaremê pêş zayîn) hatiye: eger hûn perçeyek ji "bêdawî" yê cuda bikin, an perçeyek bi wê zêde bikin, hêj ew ku jê dimîne bêdawî ye.

Pūrṇam adaḥ pūrṇam idam

Pūrṇāt pūrṇam udacyate

Pūrṇasya pūrṇam ādāya

Pūrṇam evāvasiṣyate.

ew tevayî ye, ev tevayî ye

ji tevayî , tevayî bilind dibe,

dema ku tevayî ji tevayî bête girtin,

hêj tevayî dimîne. - Îşa Upanîşad