Ayfer Düzdaş (jdb. 1973 li Sêwasê, Bakurê Kurdistanê), stranbêjeke kurd e.

Ayfer Düzdaş
Jidayikbûn1ê kanûna paşîn a 1973an (51 salî)
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Li gundê Aldîwazê ya bi ser Hafikê ya Sêwasê hatiye dinê. Malbata wê di komkujiya 1938an de ji Dêrsimê reviyane Erzinganê û ji wir jî derbasî Sêwasê bûne. Heya neh saliya xwe li Sêwasê maye. Piştî wê malbata wê koçî Stembolê kiriye.

Ayfer Düzdaş di sala 1996an de li NÇMê dest bi perwerdehiya muzîkê û baxlemayê kir. Di sala 1998an de li Lîseya Hunerên Bedew a Perayê de dest bi perwerdehiya şan û kemanê kir. Piştî perwerdehiya du salan di Koma Venge Sodirî ku bi zimanê zazakî muzîkê dike û di Koma Asmîn a ji 11 jinan pêk hatibû de cih digire. Yekem albûma wê ya solo sala 2008an derket.

Dîskografî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre